Nûrî Malîkî: Ji bo bombardûman û baregehên Tirk êdî sebra me nema
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malîkî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Êdî kêr gihîştiye hestî."
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malîkî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Êdî kêr gihîştiye hestî."
Li Iraqê nerazîbûna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îdîa kir ku Bexda piştgiriyê dide dagirkeriyê, lê belê hîn ji Iraqê kes xwedî li vê îdîayê derneket. Serokkomar Berhem Salih nerazîbûn nîşan da ku serweriya Iraqê hatiye binpêkirin. Wezareta Karên Derve jî daxuyaniya Erdogan derewand. Bexdayê her wiha bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bexdayê kir û jê xwest ku dawî li provokasyonan û êrişan bînin.
Serokwezîrê berê Nûrî El Malîkî jî nerazîbûn nîşan da. Lîderê Çarçoveya Koordînasyona Pêkhateya Şîa ya herî mezin a Iraqê Nûrî El Malîkî got, "Mîna hemû Iraqiyan ez jî êrişên Tirkan bi tundî şermezar dikim."
El Malîkî got, "Kêr êdî gihîştiye hestî. Ji bombardûmanê, kuştina sivîlan û avakirina baregehên Tirkan li ser xaka me êdî sebra me nemaye."