Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Komkara Ereb û Neteweyên Yekbûyî Lexdar Brahîmî got, Sûriyeyê di cejnê de îlankirina agirbestê pejirand.
Nûner Brahîmî da diyarkirin ku, di derbarê agirbestê de dê aliyê Şamê jî daxuyaniyê bide. Brahîmî ku li paytextê Misirê Qahîreyê daxuyanî da, got; “Di serdana Şamê de me li gel hikumeta Sûriyeyê di derbarê mijara agirbestê ya di Cejna Qurbanê de li hevkiriye. Rêveberiya Şamê dê di demek kurt de derbarê mijarê daxuyaniyekî nivîskî bide.”
Nûnerê Komkarê Ereban û NY Brahîmî ku dawiya hefteya borî çûbû Şamê û pêşniyara bi boneya Cejna Qurbanê agirbestê îlan bikin, kiribû.
Nûnerê NY dabû diyarkirin ku, hinek muxalîfan jî erênî temaşeyî agirbestê kiriye û wiha axivî: “Beşek mezin serokên rêxistinên şer dikin û komên ku me karî xwe bigehîninê, agirbest pejirandine.”
Brahîmî da diyarkirin ku, ger ev hevpeyman biserketî be hêvî dikin ku berdewama wê ava bikin, bi vî awayî ji bo agirbestekî zelal û ber bi çav hevdîtin werin pêkanîn û wiha got: “Pêwîste ev agirbest bibin perçeyek ji hewildanên siyasî.”
Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku, ew dê di derbarê agirbestê de biryara dawîn sibe bidin. Daxuyaniya ku ji aliyê Wezaratê ve hatî dayîn hate gotin ku, “Artêş di Cejna Qurbanê de li ser rawestandina operasyonan di xebite û dê biryara xwe ya dawîn sibe aşkera bike.”
Li Sûriyeyê di meha Nîsanê de agirbesta di çarçoveya plana aştiyê ya Nûnerê Komkara Ereban û NY yê berê Kofî Annan de biserketî nebû. Artêşa Sûriyeyê operasyonên xwe berdewam kiribûn û muxalîfan jî çalakiyên xwe domandibûn.