Nobetên Edaletê yên li Wan û Îzmîrê didome
Nobetên Edaletê yên ku xizmên girtiyan li Wan û Îzmîrê daye destpêkirin, didome.
Nobetên Edaletê yên ku xizmên girtiyan li Wan û Îzmîrê daye destpêkirin, didome.
WAN
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin jî di roja 91'emîn de li Baroya Wanê berdewam kir. Nobeda îro dayika girtiyê nexweş Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr girt. Rêveberên Odeya Endezyarên Avahiyê ya Şaxa Wanê serdana nobedê kirin. Serokê Odeyê Mîhaîl Atîk axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir bernedana girtiyên nexweş bêedaletî ye.
ÎZMÎR
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ên li Îzmîr û Wanê berdewam dike. Malbatên girtiyan ên li Baroya Îzmîrê dest bi "Nobeda Edaletê" kiribûn di roja 24'emîn de domandin. Nobeda îro ji aliyê dayika Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tekîrdagê tê girt Fatma Surme ve hat girtin. Surme diyar kir ku di serî de Îmrali bila li hemû girtîgehan tecrîd bê bidawîkirin. Surme diyar kir ku hêj li hemû girtîgehan pirsgirêk dewam dikin û xwest girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin tavilê bên berdan.