Nobeta Edaletê ya Wanê: Divê demildest girtî werin berdan

Di roja 101’an a Nobeta Edaletê ya li Wanê tê rêvebirin de hat xwestin ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin demildest werin berdan.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 101'emîn de berdewam dike. Nobeta îro hevjîna Ebedîn Abî ku 26 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê ya Qeyseriyê girtî ye Zubeyde Abî û xwişka Fûat Bor ku 28 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê girtî ye Nûrcan Bor berdewam kirin. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Artemêtanê îro serdana nobedê kirin.

Hevserokê HDP'a Artemêtanê Tahîr Şen, di civînê de axivî û diyar kir ku li welat hiqûq li holê nemaye û wiha got: "Em piştgiriya Nobeta edaletê dikin. Em ê timik bi malbatan re bin. Îro li welat bi hezaran mirov li edaletê digerin. Mixabin li hiqûq ji holê rabûye. Em careke din ji vir bangî rayedaran dikin; divê girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan. Em tecrîda li Îmraliyê jî qebûl nakin û tecrîda ku li Îmraliyê li Ocalan tê kirin şermezar dikin. Divê CPT û Yekitiya Ewropa ji tecrîda li ser Ocalan re bibêjin, 'êdî bes e'. Divê parêzer û malbata Ocalan pê re hevdîtin bikin. Weke gelê Kurd em vê tecrîdê qebûl nakin."