Nobeta Edaletê ya li Wanê: ‘Heta daxwaziyên me bên qebûlkirin…’
Di Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ev 90 rojin li Wanê didomînin destnîşan kirin ku heta daxwaz neyên qebûlkirin ewê têkoşîna xwe bidomînin.
Di Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ev 90 rojin li Wanê didomînin destnîşan kirin ku heta daxwaz neyên qebûlkirin ewê têkoşîna xwe bidomînin.
Malbatên girtiyên nexweş û yên ku înfazên wan hatine şewitandin 90 roj in li Baroya Wanê di Nobeta Edaletê de ne. Malbat daxwaz dikin ku demildest girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatî şewitandin serbest bên berdan.
Di roja 90’î de hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê Dilşah Alkan û dayika Botan Tîmûr ê li heman girtîgehê ye Aslihan Tîmûr nobetê didomînin.
Endamên Platforma Şaxên Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) çalakger ziyaret kirin.
Di serdanê de Berdevkê Demê yê KESK'ê yê Wanê Îbrahîm Çelîk axivî û got, "Hikûmet her tim bi mantiqê perçekirinê ya bi derew û agahiyên xelet ve hewl dide ferasetekê biafirîne, ew rewş ji avabûna komarê û vir ve wisa ye."
Çelîk diyar kir, “Ev tirsa parçebûnê her tim di binhişê gelê Tirk de hatiye bicih kirin. Hinek xwe tenê xwediyê vî welatî dibînin û hinekan derdixin derve û wan dijmin dihesibînin. Rêya mayîna bi kalîte û însanî, ji sekn û berxwedaneke însanî re derbas dibe. Em weke KESK’ê piştgiriya berxwedana dayikên xwe dikin û dibêjin em ê her tim li kêleka wan bin.”
Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan Dilşah Alkan jî axivî û got, “Bi piştgiriya ku ji me re tê kirin em xurtir dibin. 90 roj in em rûniştine û tenê edaletê dixwazin. Bila Wezîrê Dadê dengê me bibihîze, êdî bes e. Heta daxwaza me ya edaletê pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta dilopek xwîn di laşê me de bimîne em ê li vir rûnin.”
Alkan diyar kir “Em li girtîgehan mirinan naxwazin” û wiha axavtina xwe domand: “Bila girtiyên nexweş bên berdan û li malê bên dermankirin. Bila her kes dengê me bibihîze, bila hemû cîhan me bibihîze. Li Tirkiyeyê edalet tune, lê dîsa jî em ê ji bo edaletê têbikoşin. Daxwazên me yên edaletê nayên guhdarkirin, lê dîsa jî em banga edaletê dikin.”