Nobeta Edaletê ya li Wanê: Divê çalakî bigihîje armanca xwe
HDP’iyiyên ku çûn serdana Nobeta Edaletê ya li Wanê bertek nîşanî tecrîda Îmraliyê û qetilkirina girtiyên nexweş dan û gotin, “Divê çalakî bigihîje armanca xwe.”
HDP’iyiyên ku çûn serdana Nobeta Edaletê ya li Wanê bertek nîşanî tecrîda Îmraliyê û qetilkirina girtiyên nexweş dan û gotin, “Divê çalakî bigihîje armanca xwe.”
Nobeta Edaletê ya ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyaye lê nehatine berdan hat destpêkirin li Baroya Wanê di roja 115. de berdewam dike. Çalakiya nobetê ya ji aliyê dayik û bavê Rojhat Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dîl tê girtin Hamî û Muhammed Aydin tê domandin. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gewaşê çûn serdana çalakiya nobetê.
Hevserokê berê yê navçeyê Nevzat Altindag diyar kir ku têkoşîna dayikan pîroz e û got, “Em dixwazin ev çalakî bigihêje armanca xwe. Nabe ku hiqûq li gorî kes bê guhertin. Encax nêzîkatî gorî kes tê raberkirin. Ne qanûnî ye ku kesên ku cezayên wan bi dawî bûye neyên berdan. Tevî ku cezayên wan bi dawî bûne jî bi hincetên erzan nayên berdan. Mantiqek vê rewş tune ye. Dayik ji bo rakirina neheqiya li girtîgehan têdikoşin.”
Altindag bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ragihand: “Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd li ser kê jî dibe bila bibe em ê li dijî tecrîdê derkevin. Girtiyên nexweş ên li girtîgehê bi hinceta ATK'ê ya 'dikare li girtîgehê bimînin' nayên berdan. Girtiyên nexweş piştî ku jiyana xwe ji dest didin bi tabûtan derdikevin derve. Em vê rewşê şermezar dikin. Ev rewş ne hiqûqî ye. Dema ku qanûn tê binpêkirin, divê êdî em li tu mafan negerin. Cihê ku hiqûq tune be, heq jî tune ye.”