Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Em berxwedanê mezin bikin

Di çalakiya malbatên girtiyan ya li Îzmîrê de peyama mezinkirina berxwedanê hat dayin.

Nobeta Edaletê di roja 42. de ya ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku serbestberdana wan tê astengkirin li Îzmîrê dewam dike. Malbatên ku îro li avahiya Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Îzmîrê çalakî li dar xistin, ji aliyê rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatin ziyaretkirin.

'DAYIKAN LI DIJÎ ZILM Û ZEXTÊ LI BERXWE DIDIN'

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Dîkîlî Zelîha Dagli di serdanê de axivî û diyar kir ku dayikan bi çalakiya xwe li dijî zext û zordariyê li ber xwe didin û got, "Îro girtîgeh bûne malên mirinê. Rewşa tenduristiyê ya Aysel Tûglûk û hevalên jin ên din ên girtî ne başe. Em bûn şahid bê ka zilmên çawa li hevalên ku bi salan di girtîgehê de girtî ne hatin kirin. Hevalê me Mehmet Sevînç di şertekî bi guman de jiyana xwe ji dest da. Divê ev binpêkirinên mafan bên lêkolînkirin.”

'MEZINKIRINA BERXWEDANÊ BERPIRSYARIYA ME YE'

Hevberdevkê HDK'ê yê Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî axivî û ragihand: “Daxwaz ji bo edaletê û avakirina aştiyê ne. Ji bo pêkanîna edaletê li van xakan tiştek nema ku bê gotin. Ji ber ku êdî gotina daxwazên wekî edalet, azadî û aştiyê qedexe ye. Li hemberî vê bilindkirina daxwaza edaletê ya li Rihayê Şenyaşar, li Dêrsimê Dokû û ji aliyê xizmên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê berxwedaneke mezin e. Berpirsiyariya me ye ku em vê berxwedanê mezin bikin."

‘BİLA ZİLM Bİ DAWÎ BİBE’

Xizma girtî Medîne Kaymaz jî got, "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her tim destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye. Lê belê şer tê ferzkirin. Heta em aştiyê bi dest bixin wê têkoşîna me bidome. Divê dewlet vê baş bizane. Bila ev yek were qebûlkirin. , bila zilm bi dawî bibe."