Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di 38. roja xwe de ye

Malbatên girtiyan ên li Îzmîrê Nobeta Edaletê roja 38’an domandin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatin şewitandin tê lidarxistin, ket roja 38'an. Rêveberên navçeya Buca ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbatên ku li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Nobeta xwe didomînin kirin.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Cemîle Karakaya diyar kir ku weke komele bi salan e ji bo girtiyên nexweş bên berdan têdikoşin û got, “Bi vê armancê 38 roj in dayik çalakiya edaletê li dar dixin. Niha jî bi serdana saziyan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Em hewl didin bi hev re piştgirî û dengê xwe bilind bikin."

'TERKÊ MIRINÊ TÊN KIRIN!'

Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Bucayê Cahît Gunay jî anî ziman ku zilma ku di dîroka mirovatiyê de nehatiye nebûye li gelê Kurd hatiye kirin û got, “Çima daxwazên li girtîgehan nayên qebûlkirin? Tişta ku girtî dixwazin jiyaneke însanî ye. Hemû cîhan dizane ku rewşa tenduristiya Aysel Tûglûk ber bi nebaşiyê ve diçe. Ev çi mirovatî ye? Ev çi wijdan e! Ti aliyê wijdanî tine ku mirovekê terkê mirinê bê kirin."