Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Dewleta Tirk hiqûqê nas nake
Malbatên girtiyan li Îzmîrê ku nêzî 2 mehin çalakiya Nobeta Edaletê lidar dixin bertek nîşanî kiryarên derhiqûqî yên dewleta Tirk dan.
Malbatên girtiyan li Îzmîrê ku nêzî 2 mehin çalakiya Nobeta Edaletê lidar dixin bertek nîşanî kiryarên derhiqûqî yên dewleta Tirk dan.
Malbatên ku ji bo serbestberdana nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin 40 roj in di Nobeta Edaletê de ne, di roja 40. de li Komeleya Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) hatin cem hev.
Xizma girtiyan Hanîfe Gumuş ji ber ku Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Manîsayê ya Akhîsarê girtî bû û danê vê sibehê di encama xwînrijiya mejî de jiyana xwe ji dest da, terkî mirinê hatiye kirin bertek nîşan da.
Gumuş diyar kir ku girtî li girtîgehan di bin zext û êşkenceyê de ne û got: “Dewleta Tirk hiqûqê nas nake. Cenaze ji girtîgehan derdikevin. Mehmet Sevînç ê ku îro li Girtîgeha Akhîsarê girtî bû, di encama xwînrêjiya mejî de jiyana xwe ji dest da. Malbata wî gumanên wan hene, dibêjin dibe ku bi rengekî cuda miribe. Nexweşê tansiyona xwînê xistine hucreyek takekesî. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin. Bila demildest deriyên girtîgehan bên vekirin, girtiyên nexweş bên berdan.”