Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Êdî bese ji vê zilmê re!

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan yên li Îzmîrê di roja 39’an de didome. Malbatan xwestin ku êdî divê dawî li vê zilmê bê anîn.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan en di çarçoveya Nobeta Edaletê de hatin gelhev ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û hewl dan çalakî were astengkirin. Polîsan piştî malbat di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) de derbas kirin gotin ku “Ne qanûnî ye ku hûn li vê derê çalakiyê bikin, 20 deqîqeyên we hene.” Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em li edaletê digerin, ji bo zarokên xwe li vê derê ne.” Gengeşeya di navbera polîsan û malbatên girtiyan bi hatina rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bi dawî bû.

Xizma girtiyê nexweş Medîne Kaymaz a li pêş edliyeyê axivî, diyar kir ku astengiyên li dijî wan qebûl nakin û polîtîkayên qedexeker şermezar kirin. Kaymaz, destnîşan kir ku dayikên aştiyê ne û wiha got: “Em ji bo herkesê aştiyê dixwazin. Zarokên me li girtîgehan terkî mirinê tên kirin, tên qetilkirin. Ji ber pandemiyê ev çend sal in em nikarin zarokên xwe bibînin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Ji vê zilmê re êdî bes e. Bila zarokên me demildest bên berdan. Em dixwazin daxwaza me ya hiqûq û edaletê were bihîstin. Heta daxwazên me pêk neyên wê her roj li cihekî din çalakiyê li dar bixin.”