Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Êdî bes e, bila tecrîd rabe

Di Nobeta Edaletê ya xizm û malbatên girtiyan a li Îzmîrê ku li ber Girtîgeha Kiriklarê hat lidarxistin de hat gotin ku li Tirkiyê edalet û wijdan nemaye û hat diayrkirin; “Bila tavilê zarokên me berdin.”

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Îzmîrê Nobeta Edaletê dane destpêkirin, di roja 43’yemîn de li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê ya Tîpa F’yê girtin. Di nobetê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Rêveberên HDP’ê jî destek dan nobetê.

Ji malbatên girtiyan Medîne Kaymaz got ew ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin hatine ber girtîgehê nobetê digirin. Kaymaz destnîşan kir ku ew ne cenazeyên girtiyan ew dixwazin girtî bên berdan û wiha got: “Em dixwazin edalet û mirovatî bê vî welatî. Bila zilma li ser zarokên me were rakirin. Bi salane em edaletê dixwazin. Ji ber ku edalet li vî welatî tune ye, kes dengê me jî nabihîze. Wê ev zilm heya ku dewam bike. Em ji bo azadiya zarokên xwe aştiyê û edaletê dixwazin.”

Ji malbatên girtiyan Hanim Sever jî destnîşan kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û bal kişand ser mirinên li Girtîgeha Silîvriyê qewimîne û wiha got: “Ji bo ku girtî nemirin, em  têdikoşin. Êdî bes e, bila tecrîd rabe. 28 sal in kurê min girtî ye. 2 sal in nikarim wî bibînim. Nexweş dikeve, nayê tedawîkirin. Bila zarokên me berdin, em ê wan bibin nexweşxaneyê. Êdî tehamula me namaye. Em aştiyê dixwazin. Li Tirkiyeyê edalet û wîjdan nemaye. Bila tavilê zarokên me berdin.”