Nobeta Edaletê: Li gorî ya li girtîgehan pêk tê îdam heye

Di Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan didomînin de hat diyarkirin ku li gorî ya li girtîgehan pêk tê îdam tê pêkanîn, hikûmeta AKP-MHP’ê hat protestokirin.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin, di roja 51’emîn de berdewam dike. Nobeta îro li Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) didome. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbatan kirin.

Hevseroka Rêxistna HDP’ê ya Navçeya Alîaga ya Îzmîrê Gul Ekîncî di serdanê de axivî û diyar kir ku li girtîgehan tecrîda girankirî berdewam dike. Ekîncî bal kişande ser vê yekê ku girtîgeh veguherîne makîneyên mirinê û got, “Bi hişmendiya AKP-MHP’ê înfaza girtiyên 30 salî tê betalkirin. Êşkence, mirinên bi guman û gelek binpêkirinên mafan hene. Em jî li rex dayikên ku li dijî vana li berxwe didin û li cem zarokên xwe ne cihê xwe digirin."

Piştre Endamê PM’ê yê HDP’ê Tevfîk Kaçar axivî û destnîşan kir ku ew li ba malbatên girtiyan cih digirin û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan.