Nobeta Edaletê li Amed, Wan û Stenbolê didome

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin li Amed, Wan û Stenbolê berewam dike.

Bi boneya berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Amed, Wan û Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro jî bedewam kir.

AMED

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di 16’ê Mijdarê de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro jî li pêşiya Dadgeha Amedê dewam kir. Di çalakiya îro de endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER),  Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn.

‘BILA PARTIYÊN SIYASÎ PIŞTGIRIYA MALBATA BIKIN‘

Di çalakiyê de Herdem Merwanî ya xizma girtiyan axivî. Merwanî bilêv kir ku ji bo daxwazên xwe bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kirine lê tenê HDP’ê piştgirî daye wan û wiha got: “Bila partiyên siyasî jî bên qadê û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan. Bila partiyên siyasî bên vê derê û guh bidin daxwazên me. Em naxwazin ku tenê bi rêya çapemeniyê piştgiriyê bidin. Em daxwazên xwe dîsa dubare dikin û dibêjin ku an çareserî an çareserî.”

‘EM Ê CEJNA ZAROKÊN XWE LI BER GIRTÎGEHÊ PÎROZ BIKIN’

Piştre jî Reşahat Ada ya xizma girtiyan axivî û da zanîn ku heta niha jî daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Ada diyar kir ku heta ku xwîn di laşê wan de hebe ew ê ji bo zarokên xwe têbikoşin û hest û dilînên xwe wiha anî ziman: “Em zarokên xwe bêxwedî nahêlîn. Em ê roja Cejna Remezanê biçin ber deriyê girtîgehê û cejna zarokên xwe li wir pîroz bikin.’’

Xizma girtiyan Nûray Aba jî bang li rayedarên dewletê kir û wiha got: “Em dixwazin ku êdî dewlet dengê me bibihîze. Em ji daxwaza xwe ya edalet û aştiyê gav bi paş de naavêjin.’’

Malbatan çalakiya xwe bi diruşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî kir.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê jî li pêşiya edliyeyê hate lidarxistin. Ligel parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), endam û rêveberên gelek saziyên din jî piştgirî dan çalakiyê. Lê polîsan destûr nedan ku malbat daxuyaniyê bidin. Polîsan, pêşî li malbatên ku ber bi deriyê edliyeyê ve diçûn girtin û gotin ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Girse, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û çalakvanan jî bertek nîşanî vê sepana polîsan dan.

‘EM JI BO EDALETÊ LI VÊ DERÊ NE’

Dayika Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Em tenê ji bo edaletê li vê derê ne. Tekane derdê me ew e ku Wezareta Edaletê dengê me bibihîze. Heke nexwazin em Nobeta Edaletê li dar bixin, wê demê bila zarokê me berdin da ku em jî li malên xwe vegerin.”

Malbatan bi çepikan astengkirina polîsan protestor kir û çalakiya xwe bi dawî kirin.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li ber Dadgeha Stenbolê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû û Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan tevlî çalakiya nobetê ya vê hefteyê bûn.

Polîsan bi îdiaya biryara qedexekirinê ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê xwest xizmên girtiyan ên xwestin li vir daxuyanî bidin asteng bikin. Lê xizmên girtiyan di xwendina daxuyaniyê de israr kir. Li hember gefa destgîrkirinê ya polîsan malbatan ‘’çalakiya bêdengiyê’’ li dar xist.

Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû, bertek nîşanê hewildana astengkirinê ya polîsan da û wiha got: ‘’ Polîs dibêjin ku ew ê malbatên li vir kom bûne destgîr bikin. Ji ber pêkanînên pergalê mirov nikarin bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman.’’

Xizmên girtiyan paşê bi tilîlî, bi ketina milên hevûdin û bi meşa ber bi dadgehê ve bi berzkirina dirûşmên ‘’Bijî berxwedana zindanan’’ çalakî bi dawî kir.