Nobeda malbatên girtiyan li Wan û Îzmîrê berdewam dike
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam e. Li Wanê nehiştin çalakî çêbibe. Lê li Îzmîrê berdewam e.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam e. Li Wanê nehiştin çalakî çêbibe. Lê li Îzmîrê berdewam e.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Wan û Îzmîrê berdewam dike.
WAN
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan şewitandine, dest pê kiriye, li ber Kampusa Girtîgehên Wanê dewam kir. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Komala Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TUHAY-DER), HDP, DBP, Komeleya Lêkolînên Koçberiyê (GOÇ-DER) tevlî çalakiyê bûn. Polîsan dor li malbatan girt û nehiştin çalaki pêk were. Malbatên xwestin daxuyaniyê bidin, ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin astengkirin. Her wiha rojnamevan jî nexistin nav qadê.
Malbatan, astengî protesto kir.
ÎZMÎR
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin, di roja 53’yemîn de berdewam dike. Parlmaneterên HDP’ê Mûrat Çepnî û Gulistan Kiliç Koçyîgît serdana nobedê kirin.
Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepniyê di çalakiyê de axivî. Çepnî anî ziman ku daxwaza malbatan aşkera ye û got: ‘Edaletê dixwazin. Girtî di girtîgehan de dimirin. Raporên gelek hevalên me hene, nayên berdan. Girtiyên 30 sal e girtîn e bi kêfî nayên serbest berdan. Dayîk ji bo desthilatdarî dengê wan bibihîze, ji bo ji gelê me re vê yekê bibêjin li vir in. Her kes divê li dijî êşkence û pirsa Kurd divê bi erka berpirsiyariyê rabe.’’
Piştre Parlamentera HDP’ê Gulistan Kılıç Koçyîgît jî axivî û diyar kir ku li gelek bajaran Nobeda Edaletê didome û diyar kir ku gelek girtî li dijî zext, binpêkirinên mafan û pêkanînên keyfî yên li girtîgehê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne û got: "Sedema van Nobedên Edaletê zelal e. Li welat edalet nîne. Destûra Bingehîn tê rawestandin, her tişt tê tunekirin, demokrasî ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tê tunekirin. Ev nobed li hawirdoreke ku mirovên ji siyaseta demokratîk bawer dikin tên girtin û dixin girtîgehan. Girtîgeh bûne cihên mirinê. Îşkenceya di 12'ê Îlonê de qewimîn pir hat ziman û tê nivîsandin. Ev rojên hanê jî wê di dîrokê de bên nivîsandin."
Koçyîgît bal kişand ser cezakirina parêzvanên Doza Geziyê û wiha got: ‘’ Ji ber ku Qesrê xwest ev biryar hat dayîn. Dadgeriya ku ji Qesrê sond xwariye, cezayên nehiqûqî dibire. Vê darazê cezayên giran li gelê Kurd birî. Bi salan e, li ser navê siyasetmedarên girtî, li ser navê girtiyan, li vir, li ser navê dayikan, em careke din bang li raya giştî ya demokratîk dikin. Werin em bi hev re li dijî vê fermana talanê, desthilatdariya îmha û faşîzmê li ber xwe bidin. Ji bîr nekin ku azadiyên me bi hev ve girêdayî ne, yan em ê bi berxwedanê bi hev re welat ber bi pêşerojeke geş ve bibin, an jî em ê li wan temaşe bikin ku me hemûyan yek bi yek bigirin. Yên ku îro guh nadin deng û daxwazên dayikên Kurd wê sibê vî dengê qet nebihîzin.”