Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 14'emîn de berdewam kir. Hanim Sever li ser navê malbaltan axivî û bertek nîşanî betal kirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel da.
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN‘
Hanim Sever a ku lawê wê Medest Sever li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa F-1 girtî ye xwest ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Sever diyar kir ku li dijî tecrîdê ew ê têkoşînê mezin bikin û got: "Rewşa Aysel Tûglûk xeter e lê hîna di girtîgehê de tê girtin. Bila Ayselê berdin. Kesên ku jinan qetil dikin serbest berdidin, lê girtiyên me bernadin. Em vê zilmê qebûl nakin. Ciwanên me ne azad in. Bila destê xwe deynin ser wicandê xwe û tecrîdê bi dawî bikin. Tişta ji dest me tê em ê bikin û dayik ji hemû tiştî re amade ne. Em dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn."
‘EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN‘
Hanim bertek nîşanî betal kirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel da û ew vê biryarê nas nakin û dê neheqiyê qet qebûl nekin.