Nobeda Edaletê li Amed û Stenbolê: Dibe sibê dereng be!
Nobeda Edaletê ya ji bo malbatên girtiyan li Amed û Stenbolê dewam dike. Malbatan peyama, "Dibe sibe direng be. Divê her kes bibe dengê girtiyan.“
Nobeda Edaletê ya ji bo malbatên girtiyan li Amed û Stenbolê dewam dike. Malbatan peyama, "Dibe sibe direng be. Divê her kes bibe dengê girtiyan.“
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 75'emîn de berdewam dike. Şaxên Sêrt, Êlihê û Amedê yên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi awayek girseyî serdana nobetê kirin û peyama piştgiriyê parve kirin.
‘TÊKOŞÎNA DÎROKÊ‘
Hevserokê Egitim Sen ya Şaxa Amedê Emîne Akşah axivî û diyar kir ku ew di nava sîstemek bê edalet de dijîn û got:“Lêgerîna we ya edaletê ji bo hemûyan gelek pîroz e. Têkoşîna we têkoşînek dîrokî ye û ji bo em piştgiriya xwe bînin ziman em li vir in. Em ê bi hev re bikarin bi ser kevin.”
Hevserokê Egîtim Sen ya şaxa Êlihê Nuredîn Şîmşek jî axivî û anî ziman ku li dijî zilmê çalakiya malbatên girtiyan berxwedanek dîrokî ye û ev tişt got: “ Em cardin dibêjin çalakiya we çalakiyek bi nirx e û li dijî zilmê berxwedanek dîrokî ye. Pêwîst e em herkes piştgirîyê bikin. Desthilatdarî çavê xwe kor û guhê xwe ker kiriye lê bi zorê be jî em ê bixin guhê wan û çavê wan.”
Herî dawî jî malbatên girtiyan spasiya xwe anîn ziman û banga mezinkirina çalakiyê kirin.
STENBOL
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Malbatên Girtiyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ve bi navê "Em li Girtîgehan Mirinê Naxwazin, Em Jiyanê Diparêzin" dabûn destpêkirin û tevahiya Çileyê berdewam kir, di hefteya 4'emîn de berdewam kir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû, hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Ferhat Encû, Îlknur Bîrol, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUAYDER), Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDI) û gelek kes piştevaniya çalakiyê kir.
Dayîka Yakûp Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî Fînce Akman jî got, “ “Zehmet e zarokên me li girtîgehê ‘nasnameya terorîst’ li stûyê xwe bidin. Zarokên me ne terorîst in, zarokên me ne diz in. Sûcê wan tenê ew e ku Kurd in.”
‘BILA ZAROKÊN ME NEMRIN‘
Akman, banga piştevaniyê kir û diyar kir ku zarokên wê di girtîgehan de mirine û wiha got:
“Dibe sibê gelek direng be. Em her roj dibînin ji girtîgehan cenaze derdikevin. Ev ne tiştek ji rêzê ye. Ev sûcê dewletê ye. Ji ber sedemên xwezayî bimirin jî dîsa sûcê dewletê ye. Em ne ligel şer in, em ligel aştiyê ne. Em dibêjin bila zarokên me nemirin. Bila hemû cîhan guh bide vî dengî, bila her kes bibe dengê malbatan. Bila gelê me şiyar bibe. Yên ku îro li hemberî vê neheqiyê bêdeng dimînin, sibe jî dê rastî neheqiyê bên. Divê her kes destê xwe dane li ser wijdana xwe û bibe dengê zindanan. Em ji bo zarokên xwe dijîn. Em ê ji bo çi bijîn... Armanca me bidawîkirina van binpêkirinan e."
‘DEWLET QANÛNÊN XWE PÊK NAYEN E‘
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku cara yekeme girtîgeh wiha bi tundî dibe navenda binpêkirinan. Keskîn got: “Li gorî daneyên ÎHD’ê hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Gelek ji wan bi giranî nexweş in. Di qanûnên Tirkiyeyê de gelek qanûn hene ku dê girtiyên nexweş bên berdan. Lê ev dewlet tu ji van qanûnan pêk nayîne. Bi rastî jî ew qanûnek ku nikare wekî qanûnên dijminan jî bihesibîne bi kar tîne.”
Pisporê Tiba Edlî Ûmît Bîçer jî got ku ATK pîvanên zanistî bi kar nayîne.