Nobeda Edaletê: Azadî ji jinên girtî re!

Li Îzmîrê di Nobeda Edaletê ji bo jinên girtî daxwaza edaletê hate kirin.

Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 18'an de ye.

Malbatan li salona çalakiyê pankartên bi nivîsa "Azadî ji girtiyên nexweş re" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" hildan.

Hanim Sever bi navê malbalbatan axivî û 8'ê Adarê di serî de li jinên girtî li hemû jinan pîroz kir.

Hanim Sever diyar kir ku jin ji bo mafên xwe îro li qadan e û got, "Li girtîgehan zexteke giran li girtiyên jin tê kirin. Em dixwazin dawî li van zextan bê anîn. Em ji dayikan hemûyan dixwazin ku tevlî me bibin û bibin dengê girtiyan. Em zextên li ser zarokên xwe qebûl nakin û dixwazin bi dawî bibe."

Hanim Sever got, "Girtîgeh bi jin ên ciwan tijî bûn. Emrê zarokên me li girtîgehan derbas bû. 8'ê Adarê ya îsal bila bibe wesîleyan berdana girtiyan hemûyan bi taybetî girtiyên jin. Em jî di çalakiya xwe ya îro de ji bo girtiyên jin daxwaza edaletê dikin."