Nifşê Y rastî lêdan û destdirêjiyê hat

Nifşê Y rastî lêdan û destdirêjiyê hat

Derket holê, ku piraniya 42 kesên li Kadikoyê di protestoya bertîl û nelirêtiyê de bi lêdanê hatin binçavkirin, xwendekarên lîseyê ne. Xwendekarên lîseyê D.G., O.Ç., K.Y. yên 17 salî, tundiya polîsan a lê rast hatin, yekemcar ji ANF'ê re vegotin. Ciwan dibêjin, ew li sê qereqolan hatine gerandin û gotin, "Em rastî, lêdan, destdirêjî, sixêf û kelepçekirina ji paş ve hatin". Sê ciwanên ku psîkolojiya wan xera bûye, xwe amade dikin giliyê polîsan bikin.

Di protestoya bi şiyara 'hikûmet îstifa' ya piştî skandala bertîl û nelirêtiyê li Kadikoy a Stenbolê hat lidarxistin de, di nava bi sedan xwepêşandêran de xwendekarên lîseyê D.G., O.Ç., K.Y. jî hebûn. Xwendekarên lîseyê ku weke nifşên Y tên binavkirin, 

POLÎSÊN MÊR LI SER MIN GERIYAN Û DESTDIRÊJÎ KIRIN

D.G. ya 17 salî diyar kir ku li ber Edliya Kadikoyê bi şev saet li dora 02:30 de sê polîsên taybet bi ser wê de hatine û bûyerên bi serê wê de hatin wiha anî ziman: "Li ber edliyê sê polîsên taybet dor li min girtin û li min dan. Sixêfên qirêj li min kirin. Dûre 8 polîsên din ên taybet li wan zêde bûn û bi hev re li serê min, rûyê min xistin. Hingî ez ketim xwarê. Heta ji min hat min kir qîr û hawar. Gelekî tirsiyam. Yekî porê min kişand, yekî jî bi pihînan li min da. Dema min ji erdê rakirin û xistin maşîna polîsan, ji pişt ve dest dirêjî min kirin. Li nava maşînê jî li min dan. Polîsekî taybet hat gel min û sixêfa "o..." pihîn li sînga min da. Ji ber dijwariya pihên ez li aliyê din ê wesayîtê ketim. Min nekarî nefesê bigirim.

Qet nehiştin ez rûnêm. Bi ser min de hatin û hewl dan li ser min bigerin. Min ji wan re got ez jinekim û mafekî wan ê bi vî rengî nîne û min nerazîbûn nîşan da. Lê belê guhdarî nekirin. Ji pişt ve destê min kelepçe kirin û li her derê bedena min geriyan. Bi kurtasî dest dirêjî min kirin. Telefona min a destan a di bêrîka min de derxistin û li erdê dan. Yek ji wan fîşa şarja telefonê li stuyê min gerand û porê min kişand. Ev tehdeyî di tevahiya rêwîtiyê de dewam kir."

D.G. dibêje ew ti carî li pêkanînek ewçend hovane rast nehatiye û got, "Yên dihatin li min didan, yên diçûn li min didan. Sixêfên ewçend qirêj li min kirin, ku gelekî pê êşiyam."

'PSÎKOLOJIYA MIN SER Û BIN BÛ'

Ciwanekî din ê para xwe ji tundiya polîsan girt xwendekarê sinifa dawî ya lîseyê O.Ç. yê 17 salî bû. O.Ç. diyar kir ku ew li ber edliya Kadikoyê hat binçavkirin û bi vî rengî behsa bûyerên bi serê wî de hat kir: "6 polîsên taybet bi kulman xwe avêtin ser min. Yekî milê min ê rastê ba da, yên din jî li min dan û min bi cama dikana Turkcellê ve zeliqand. Bi kelepçeyên plastîk ji pişt ve destê min kelepçe kirin û li ser min geriyan. Sixêf li diya min, xwişka min kirin. Min kaş kirin û birin. Di rê de yekî got, '20 salan cezayê girtîgehê bixwe, ku bila hişê te bê serê te.' Dema ez li vê gotinê keniyam, serê min li maşîna zirxî ya bi navê akrep da. Berî min li wesayîta polîsan siwar bikin, min birin ber dîwarê binçavkiriyên din lê hatibûn rêzkirin. Rûyê min li dîwêr bû, bi wî rengî rawestandin. Kî dihat hema li min didan. Bi lêdanê em li wesayîtê siwar kirin."

O.Ç. ragihand ku ji ber qezayeke trafîkê wî travma derbas kiribû lewma derman bikar dianî û got, "Tevî ku mêr im jî, di jiyana xwe de min ne lêdan dît, ne jî pevçûn. Ne malbata min ne jî hinekî din bi wî rengî li min neda. Vê tundiyê min careke din li roja qezayê vegerand. Psîkolojiya min xera bû. Ezê giliyê polîsan bikim."

DAYIK, KEÇ DI BINÊ ÇAVAN DE

Xwendekara sinifa 3. a lîseyê K.Y. jî li gel dayika xwe hatibû protestoya Kadikoyê. Mîna hevtemenên wê D.G. û O.Ç ew jî li ber edliya Kadikoyê rastî tundiya polîsan hat. K.Y. ya 17 salî tiştên hat serê wê vegot: "Ekîbên polîsên taybet ji nişka ve reviyan û bi ser girseyê de hatin. Her kes direviyan. Min diya xwe winda kiribû. Dema lê digeriyam 20 polîs bi ser min de hatin. Bi lêdanê ez birin cem çend ciwanên li ber edliyê kiribûn binçavan. Ji tirsa min xwe li pişt ciwanekî veşart. Polîsekî got, 'ma ne tu bû yê sixêf li min kirî?' û bi qûndaqa çeka bombeya gazê diavêt li serê min da. Dema li wir disekinîm, min dît ku diya min anîn. Em dê keç bi hev re di binê çavan de bûn.

JINA KU PIHÎN LI MALZAROK WÊ XISTIN

Nexweşê astimê bûm. Li pêşberî vê zexta giran min krîza astimê derbas kir. Bi zorê hatim ser hişê xwe. Jineke derdora 27 salî anîn cem me. Di meşê de zehmetî dikişand û digiriya. Diya min jê pirsî ka çima digirî. Got, polîsekî taybet pihîn li malzaroka wê xistiye. Diyar bû gelekî diêşiya. Navê wê Nesrîn bû. Dûre min, diya min û Nesrîn li maşîna akrep siwar kirin û birin Qereqola Polîsan a Rihtim."

DÊ GILIYE POLÎSAN BÊ KIRIN

D.G., O.Ç., K.Y. bi dorê birin Qereqola Polîsan a Rihtim, Qereqola Sahrayicedît û Şaxê Zarokan a Kadikoyê û 16 saetan di binê çavan de hatin ragirtin. Her sê ciwanên lîseyî bi girtina şopa tilî û rû û kişandina wêneyan hatin qeydkirin. Ciwanan diyar kirin ku polîsên li qereqolê kaxizek bi nivîsa "Nehiştine hêzên ewlekariyê wezîfeya xwe bikin û zerar dane malên dewletê, li dijî polîsan derketine" bi wan dane îmzekirin.

Bav Alaadîn G. ku keça wî D.G. birin Edliya Kartalê gelekî bi hêrs bû. Bav diyar kir ku nayê qebûlkirin polîs bi vî rengî li keça wî bide û dest dirêj bike û destnîşan kir ku polîsên li ciwanên mafên xwe yên protestoyî bikaranîne da, li dijî mirovahiyê sûc kirine. Bav anî ziman ku ewê giliyê polîsan bike.