Nexweşiya Tûglûk girantir bûye, em xwedîderketinê mezin bikin!
Parêzerên jin yên çûn serdana Aysel Tûglûk gotin, “Nexweşiya wê girantir bûye” û banga mezinkirina xwedîderketinê kir.
Parêzerên jin yên çûn serdana Aysel Tûglûk gotin, “Nexweşiya wê girantir bûye” û banga mezinkirina xwedîderketinê kir.
Jinên hiqûqnas çûn Girtîgeha Kandirayê û serdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a ku nexweşiya demansê lê peyda bûye kirin. Parêzeran piştî serdana Tugluk li ber girtîgehê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Parlamentera HDP’ê ya STenbolê Zuleyha Gulum û gelek parêzer tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila Aysel Tugluk bê berdan” vekirin û dovîzên “Bila zindan bên hilweşandin, girtî bên berdan”, “Bijî piştevaniya jinan” û “ATK girtiyan dişîne mirinê” hildan.
Parêzer Leyla Han Tuzel beriya daxuyaniyê derbarê tenduristiya Tugluk de agahî dan û destnîşan kir ku nexweşiya Tugluk li gorî berê hin zêdetir û giran bûye û ji ber ku piştevanî bi wê re tê kirin xwedî moralek zêde bûye.
Piştî axaftina Tuzel, parêzer Eylem Arzu Kayaoglu metna daxuyaniyê xwend. Kayaoglu bi bîr xist ku Tugluk ji sala 2016’an vir ve girtî ye û qala xebat û têkoşîna Tugluk kir. Kayaoglu her wiha rapora berdanê ya nexweşxaneyê daye Tugluk bi bîr xist û got ATK raporên berdana Tugluk li ber çavan nagire û rewşa Tugluk piştguh dike. Kayaoglu li ser helwesta ATK’ê ya li hember Tugluk û hemû girtiyên nexweş nîşan dide rawestiye û got: “Tenê armancek ATK’ê heye ku girtiyên nexweş dişîne mirinê. Helwesta li hember Aysel Tugluk nayê qebûlkirin û ne li gorî wîjdan û rûmeta mirovahiyê ye. Wezareta Dadê û meqamên edlî û îdarî ji tenduristiya Aysel Tugluk a giran dibe, berpirsiyar in. Tiştên li hember girtiyan tên kirin em qebûl nakin.”
Kayaoglu bang li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TTB) û Baroya Stenbolê kir ku ji bo Tugluk û hemû girtiyên nexweş bikevin tevgerê û dest bi parastina mafê jiyana girtiyên nexweş bikin. Kayaoglu her wiha got ew ji hemû aliyan li benda piştevaniyê ne.