Newroza Rihayê: ‘Aştî û azadî bi azadiya Abdullah Ocalan re dikare bê’
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Rihayê de ku bi deh hezaran tevlê bibûn peyama ku wê aştî û azadî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan re dikare bê hate dayin.
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Rihayê de ku bi deh hezaran tevlê bibûn peyama ku wê aştî û azadî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan re dikare bê hate dayin.
Li Rihayê bi deh hezaran kes ji saetên sibehê ve li nêzî Qada 11’ê Nîsan dest bi kombûnê kirin.
Ji bilî pankartên HDP'ê, kesên ketin qadê lolîpopên ku wêneyê Emîne Şenyaşar a 377 roj in di Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê de ye ser hebûn hilgirtin.
Di pîrozbahiya ku li ber muzîkê govend hatin gerandin û dirûşmeyên berxwedanê hatin berzkirin de agirê Newrozê ji aliyê Cîgira Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û siyasetmedaran ve hat pêxistin. Her wiha kevokên ku weke sembolên aştî û azadiyê tên dîtin jî hatin firandin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn jî axivî û got, "Li vê qadê bi hezaran kes Newrozê pîroz dikin û em li dijî zilmê li ber xwe didin. Em ê ji niha û pê ve jî vê berxwedanê bidomînin."
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî axaftinek kir û anî ziman, “Gel bi îrade, berxwedan û têkoşîna xwe bersivê dide hikûmetê. Ev îrade îradeya rojê, birêz Öcalan e. Azadî bêyî Ocalan nabe. Aştî, azadî bi azadiya Ocalan dikare pêk bê. Ocalan destê xwe ji bo aştî û azadiyê dirêj dike. Lê belê Erdogan ji bo desthilatdariya xwe ev 7 sal in vê destê nagire. Êrîşî gelê me kirin, girtin, qeyûm tayîn kirin. Lê dîsa jî tevî her tiştî nekarîn vîna gelê me bişkînin. Îro careke din gelê Rihayê li vir bersiva pêwîst da.”
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyûrek jî diyar kir, "Newroz berxwedan e, têkoşîna li dijî tekperestiyê ye. Sedsalek e siyaseta nijadperest xwînê bi mirovan û baweriyan dide verişandin. Gelê me sed sal in li ber xwe dide û dev jê bernade."
Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Baştaş jî axivî û ragihand, “Eger îro li van qadan Newroz ji aliyê bi milyonan kesî ve tê pîrozkirin, ev bi saya berxwedana gel e. We ev qezenc kir, gel qezenc kir, heta ku em azadiyê bi dest nexin em ê dev jê bernedin.”
Beştaş wiha berdewam kir: “Em ji Rihayê peyamê dişînin. Riha azadiyê dixwaze, dixwaze tecrîd bê rakirin. Riha dibêje ‘An azadî an azadî’. Ez bang li hêzên hiqûqî û walîtiyê dikim ku nehiştin tevlî Newrozê bibin. Ti barîkat nikare pêşiya gel bigire, gel wê barîkatan hilweşîne. Hûn ê bi dijminatiya xwe tiştekî bi dest nexin. Em ê we bişînin. Pir zêde ne maye. Li vê qadê yekem tişta ku bala min kişand pirbûna ciwan û jinan bû. Em partiya wan kesan in ku dibêjin me ciwan dest pê kir û emê ciwan bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin. Kes nikare li ber we bisekine.
Ev der bajarê rojê ye. Ne pêkan e ku li vir biaxivin û qala tecrîdê nekin. Ger îro Birêz Ocalan ev qad bidîta wê bi we serbilind bibûya. Hûn li hember Dehaq bûne Kawa. Tiştekî ku em bi vê berxwedanê bi dest nexînin tuneye. Yên biryara şer dan tecrîd anîn. Nehiştin ku dengê Ocalan bigihê raya giştî. Ew şer dixwazin, lê Birêz Ocalan aştiyê dixwaze. Deriyên Îmraliyê vekin û bila Ocalan biaxive.”
Piştî axaftinê hunermend Erdogan Emîr derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.