Newroza Patnos û Îdirê: Em ê tecrîd û faşîzmê hilweşînin
Li Îdir û navçeya Patnosê ya Agiriyê bi şîara ‘Dem dema serkeftinê ye’ Newroz hate pîrozkirin û peyamên hilweşandina tecrîda Îmrali û faşîzmê hate dayîn.
Li Îdir û navçeya Patnosê ya Agiriyê bi şîara ‘Dem dema serkeftinê ye’ Newroz hate pîrozkirin û peyamên hilweşandina tecrîda Îmrali û faşîzmê hate dayîn.
ÎDIR
Pîrozbahiya Newroza 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Îdirê bi beşdariya hezaran kesan dest pê kir. Pîrozbahiya ku li qada Kiliçlar a 8 km’an dûrî navendê tê lidarxistin, di saetên serê sibehê de bi hatina welatiyan dest pê kir.
Jinên Îdirî bi cil û bergên xwe yên xweser ên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de yek ji mijara bal dikişand jî hejmara ciwanan bû. Tevî ku li bajêr berf dibare jî, bi hezaran kes hatin qada Newrozê û li ber dahol û zirneyan govend gerandin. Bi taybet jî gelek kes ji gundan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” hatibûn daliqandin.
Di pîrozbahiyê de dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Sezaî Temellî dê biaxive. Piştre jî dê Koma Muzîkê ya Dengê Meyman û hunermend Servet Kocakaya derkevin ser dikê.
PATNOS
Li navçeya Panosê ya Agiriyê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî li qada pişt otogarê pêk hat. Xelkê navçeyê tevî barîna berfê û hewa sar jî li qadê Newrozê pîroz kir. Li gelek gundan ji ber barîna berfê rê hatin girtin û tevlibûna Newrozê zehmet kir. Rêyên hatine girtin ji aliyê şaredariyê ve tên paqijkirin. Xelkê Panosê li ser berfê li ber stranan govendê gerand.
Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. Hevserokê HDP’a Panosê Rifat Bedîr ewil di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Newroz tenê ne remza gelê Kurd remza tevaniya gelên Rojhilata Navîn e û got: “Newroz roja rê nîşandana ji bo mezlûman e. Em bi kelecan bersivê bidin zilmkaran.”
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Gulderen Varli jî destnîşan kir ku ew ê bi coşa Newrozê tecrîdê rakin û deriyên girtîgehan vekin.
Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç jî axivî û bal kişand zilm û zextên li ser gelê Kurd û got: “Zilma Dehaqan didome. Dehaqên Kurdan naqedin. Ji 10 hezarî zêdetir hevalên me di zindanan de ne. Em hevalên xwe silav dikin û cejna wan pîroz dikin. Erdogan dibêje pirsgirêka Kurd tune ye. Lê em jî dibêjin pirsgirêka Kurd heye. Ji ber ku seydayên me bi Kurdî weaz dane di girtîgehan de ne. Hûn dibêjin Kurd tune ne, ka li qadan binêrin Kurd hene yan tune ne. Va ye Kurd li vir in. Stranên me zimanê me qedexe dikin. Çima hûn Kurdî qedexe dikin. Em cejna gelê Kurd pîroz dikin.”
Piştî axaftinan bi tevlibûna parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên partiyê agirê Newrozê hat vêxistin. Koma Pel derket ser dikê û strî. Xelkê li ber stranan li derdora agir govendê gerand. Pişt re jî pîrozbahî bi dawî bû.