Newroza Ceyhanê: Bijî Serok Apo
Di Newroza Ceyhanê de agir ji aliyê jinan ve hate dadan. Beşdarên pîrozbahiyê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû bêne berdan.
Di Newroza Ceyhanê de agir ji aliyê jinan ve hate dadan. Beşdarên pîrozbahiyê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû bêne berdan.
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê, Newroza 2022'an bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' li Qada Newrozê ya li taxa Belediyeevlerî bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Girseya gel serê sibehê berê xwe da qada pîrozbahiyê, ji du bendên cuda yên polîsan derbasî qadê bûn. Li qada ku bi al û flamayan hate xemilandin, govend hate gerandin. Beşdar bi giranî bi kincên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên 'Newroz pîroz be', 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn, kevok hatin firandin.
Ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes li gel rêveberên HDP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DBP, TJA, ESP û ji HDP a Edeneyê Kemal Pekoz û ji Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Yuksel Mûtlû tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn. Di destpêkê de Hevserokên HDP'ê yên Ceyhanê Emîne Baykara û Seyfettîn Aydemîr axivîn û beşdar silav kir. Piştre jî agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" hate dadan.
Piştî axaftinan hunermendên xwecihî derketin ser dikê û coşa Newrozê zêde bû. Newroza li Ceyhanê bi stranan û gerandina govendê dewam kir.