Newroza Îzmîrê: Faşîzm wê bê hilweşandin

Di Newroza Îzmîrê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate destnîşankirin ku faşîzm wê bê hilweşandin.

Li qada Gundogdû ya Îzmîrê Newroz bi beşdariya bi deh hezaran kesî tê pîrozkirin. Tîna agirê Newrozê û coşa gel qada Gundogdû ya sar germ kir. Qisekerên beşdarî pîrozbahiyê bûn daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

ÇEPNÎ: EM TIRSÊ BERDIDIN NAVA DILÊ FAŞÎZMÊ

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku qada Gundogdû ew qad e ku daxwazên azadiyê yên gelê Kurd û gelên bindest lê bilind dibe û got, "Ev qad qada tirsa dilê faşîzmê, hêviya dostan e. Heta ku gelê Kurd azad nebe bi milyonan kedkar û gelê Tirk jî azad nabin."

Hevbedevka Demkî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen diyar kir ku Newroza 2022'an bersiva herî mezin e li dijî mêtingerî, zext û tundiya ku li gelan tê ferzkirin.

Hevbedevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî anî ziman ku siyaseta şer wê nikaribe li pêşiya gelên Tirkiye û Kurdistanê bibe asteng û got, "Em ne alîgirê şer in, em alîgirê aştiyê ne. Yên ku hewl didin li derve maseya aştiyê çêbikin, şer li gelan ferz dikin. Yên ku şer ferz dikin tecrîdê giran dikin. Em ji wan re vê dibêjin: Li Îmraliyê Birêz Ocalan dijberê şer e, ew alîgirê aştiyê ye. Me dît ku her cara bikeve dewrê aştî ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re tê. Ji ber vê yekê ji vê aciz in. Lewma desthilatdariya AKP-MHP'ê tecrîdê ferz dike."

Cengîz Çîçek destnîşan kir ku wê ti carî serî netewînin û got, "Em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Em ji rêya sêyemîn bawer dikin. Rêya sêyemîn hûn in. Rêya me rêya komara demokratîk e. Pîroz be."

AYDENÎZ: KURD LI HER DERÊ NE

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî got, "Bi sedan sal in li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Bi sedan sal in hewl didin Kurdan li ser xaka wan tune bikin. Yên ku dixwazin Kurdan tune bikin, dixwazin wan ji çand û zimanê wan qut bikin bila li vê qadê binerin. Kurd li her derê ne, em li vir in û bi ti cihî ve naçin."

'AZADIYA ABDULLAH OCALAN AZADIYA ME YE'

Aydenîz destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî tecrîdê li qadan e û got, "Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye. Birêz Ocalan ji bo demokrasî û azadiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn şensekî mezin e. Lewma em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê dewam bikin. Ji qadên Newrozê daxwaza azadiya Birêz Ocalan tê kirin."

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Mervan Tan dewam dike.