'Newroza 2022'an wê mîzginiya guhartinê bide'

HDP û pêkhateyên sosyalîst diyar dikin ew ne mecbûrî du aliyên rastgir ên Tirkiye ne, rêya sêyan pêkan e û weke 'mizgîniya guherînê' vê Newrozê pêşwazî dikin.

Hê çend roj ji Newrozê re mane lê kelecanî û coşî diome. Newroz ji hêla Kurdan û pêkhateyên çepgir ên hevalbendên wan ve ne tenê weke serê biharê, her wiha weke ya nû jî dibînin.

HDP'yî û pêkhtayên sosyalîst beriya Newroza Stenbolê ya li Yenîkapiyê ya bi dirûşma ''dema guhartinê ye'', diyar kirin li dijî Dehean agriê Kawayan wê her sal gurtir bibe.

Cemre diyar kir Newroz mizgînyê dide ku têkoşîn ji Bakurê Kurdistanê heta bi bajarên Tirkiyê wê geş bibe û got, ''Niha dema serkeftinê ye.''

Ji Partiya Vesazkirina Nû ya Sosyalîst (SYKP) Gulşay Dalveren detnîşan kir Newroza îsal ji ya berê cihêtir e û got Newroz mizgîniya wê dide ku  li dijî dubendiya Tifaqa Cumhur û Milet ku li gel tê fezkirin,  ''Em jî hene.''

Dalveren diyar kir rêya sêyan pêkan e, ev ê li qadan vê dîsa bînin ser ziman û got, ''Ji qada Newrozê em ê peyamên girîng bidin desthilatê û tifaqa şeşbendî. Hilbijêrên me ne wiha hayala ne û helbet alternatîfên me jî hene. Herî pir me zext û zordarî dîtiye, ji her demê zêdetir tişt hene ku em bibêjin.''