'Neviyên Harpagos jî wê têk biçin'

Rojnamevan Zana Welat anî ziman ku gelê Kurdistanê ji dîrokê heta niha bi gelek xiyanetên navxweyî re rû bi rû maye û got: "Neviyên Harpagos jî wê têk biçin."

Artêşa Tirkiyeyê 17'ê Nîsanê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi hevkariya PDK dest bi êrişeke nû ya dagirkirinê kir. Rojnamevan Zana Welat têkildarî mijarê axivî û rewşa heyî nirxand. 

‘NEVIYÊN HARPAGOSÊ NÛJEN MALBATA BARZANΑ

Welat anî ziman ku gelê Kurdistanê ji dîrokê heta niha bi gelek xiyanetên navxweyî re rû bi rû maye û wiha axivî: “Bêguman a herî zêde hatiye bihîstin xiyaneta Harpagos e. Bi vê xiyanetê Konfederasyona Medan dikeve bin destên Persan. Çawa ku Harpagos serweriya Medan radestî Persan kir, neviyên wî yên vê demê malbata Barzanî jî dixwaze hemû destketiyên Kurdan radestî neyarên Kurdan bike. Lê wer xuyaye wê vê carê dîrok dubare nebe. Her çiqasî xiyaneta Barzaniyan kûr û dijwar be jî wê tu carî bi ser nekevin. Sedemên vê yekê pir in. Ji van yek jê jî tevgereke wekî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku ev 50 sal in di nav sifra guran de heta niha hebûna xwe domandiye. Ji vê jî wêdetir, PKK êdî bûye pêşengê azadiya gelan. Bûye hêviya azadiya hemû gelan. Hêzeke wisa xurt zû bi zû kes nikare wê têk bibe. Ew hêza wê ya ku dikare dîktatoran hilweşîne heye. Ma çeteyên DAÎŞ'ê yên hov çawa têk çûn? Ma ne bi hêza gelê Kurd a ku bingeha xwe ji fikir û ramên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire ew hovên hovan têk birin. Ji ber vê yekê ne neviyên Harpagosê nûjen malbata Barzanî û ne jî malbata Erdogan ê dîktator wê karibin hêza gelan têk bibe. Ez vê jî bêjim wekî Kurdekî êdî ji vê seatê şûnde ev neviyê Harpagos wekî Kurd nabînim.“

‘BÛNE PÊLÎSTOKA NEYARÊN KURDAN‘

Rojnamevan Welat bilêv kir ku divê mirov malbata Barzanî baş nas bike û wiha pê de çû: “Neviyên Harpagos malbata Barzanî bi kirin, pêkanîn, axaftin, nêzkatî û hebûna xwe, bi kurtasî di her aliyê xwe de neyariya gelê Kurd dike. Êdî ev yek bi pêkanînên wan piştrast bûye. Jixwe hatina wan a li ber lingê Erdogan û bi taybetî jî tevgerîna wan a wekî karmendekî dewleta Tirk rastiya wan di her alî de radixe ber çavan. Jixwe dîmenê Mesrûr Barzanî ya herî dawî (Mesud jî Nêçîrvan jî wexta tên ber lîngê dewletaTirk heman tiştî bi serê wan de tînin) bê çiqasî ketine û bûne pêlîstoka neyarên Kurdan nîşan dide. Dev ji ala herêmê berdin (divê teqez ala Kurdistanê hebe) cihê wî li beramberî şefê sîxuran danîn. Erdogan jî wekî xwediyê wî xuya dikir. Ev dîmen tena serê xwe rastiya wan vedibêje.“

‘XIYANETA MALA BARZANÎ PIR KÛR E‘

Di berdewama nirxandina xwe de Welat da zanîn ku malbata Barzanî wekî waliyê dewleta Tirk tev digere û wiha dom kir: “Ji berjewendiyên Kurdan bêhtir ji bo berjewendiyên neyarên Kurdan tev digere. Niha jî serkêşiya neyariya Kurdan dîktator Erdogan dike. Ev jî nîşan dide ku hêzên ku Erdogan derxistine holê, vê malbatê jî derxistine holê. Yanê benê wan di destên heman hêzên hegrmon de ye. Ji ber vê yekê xiyaneta wan pir kûr e. Heta mirov dikare bibêje ku ji yê Harpagos jî kûrtire. Ev malbat ji hêla hêzên hegemon ve hatine avakirin. Yanê ev xençera li pişa kurdan e.“

‘KEWÊ NEYARÊ QEWMÊ XWE‘

Welat bibîrxist ku hêzên hegemon ji bo Kurd azad nejîn ev sed sal in wan kirin çar parçe û her paryekê bi dewletekê ve girêdan û ev tişt got: “Qîma xwe bi vê neanîne û di navbera her çar dewletên dagirker de jî peyama ku piştgiriya hev bibin çêkiriye. Di dema me de ev peyman hatiye nûjenkirin û malbata Baraznî jî tevlî vê peymanê kirine. Wexta ez dibêjin tevlî peymanê kirine ne wekî ku ew jî parçeyek vê peymanê ne. Na. Rola wan a di vê peymanê de wekî kewê neyarê qewmê xwe, ew jî neyariya qewmê xwe bikin. Dewleta Tirk jî li gorî xwe rolek daye wan. Wekî keran daye pêşiya xwe. Di vê rewşê de li gorî dewleta tirk ‘kî/ê bê kuştin, ji Kurdekî xelas bûne‘ li gorî vê malbatê jî ew çiqasî bê kultin ewqasî dildariya xwe nîşanî xwediyê xwe dide.“

‘ENCAM ÇI DIBE BILA BIBE WÊ GELÊ KURD BI SER BIKEVE‘

Rojnamevan Zana Welat, di dawiya nirxandina xwe de ev tişt got: “ Ligel van êrişên çar hêlî, li aliyekî dewleta Tirk bi neviyên Harpagos malbata Barzanî re êriş dikin. Li aliyê din jî Iraq êrişî Şengalê dike. Balkêş e ku ev herdu êriş di heman demê de pêk hatin. Ev jî tê vê wateyê ku wê ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye. Kî di vî şerî de têk biçe wê çem û çêm biçe. Xelasiya wan tune ye. Yên bi ser bikevin jî wê ji berê xurtir bin. Dema mere li destpêka şer dinêre dibîne ku dewleta Titk di roja ewilî de derbên giran xwarin. Ev jî nîşan dide ku hîn şer destpê nekiriye dewleta Tirk derbên giran xwar û li ber têkçûnê ye. Niha pirsa herî balkêş ev e. Gelo wê ewilî kî kê bifroşe. Gelo wê ewilî malbata dîktator Erdogan an jî malbata neviyê Harpagos bê malbata din bifroşe. 

Encam çi dibe bila bibe wê gelê Kurd bi ser bikeve.“