Nerazîbûna li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk zêde dibe, ku 17'ê Nîsanê bi piştgiriya NATO'yê û bi hevkariya PDK'ê êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Rojnamevan û parlamenteran diyar kirin ku dewleta Tirk ku şerê Ûkraynayê de bi rola 'navbeynkariyê' radibe, lê di heman demê de êrişî gelê Kurd dike û nerazîbûn nîşanî vê êrişkariyê dan.
EWA ERNST-DZIEDZIC: DURÛTÎ
Berdevka Komîsyona Karên Derve ya Parlamenta Awûstûryayê Ewa Ernst-Dizedzic a ji Partiya Keskan li ser Twitterê ev peyam da: "Piştî destpêkirina şerê li Ûkraynayê Tirkiyeyê li dijî milîsên Kurd ên li Bakurê Iraqê dest bi êrişê kir. Erdogan di Şerê Rûsya Ûkraynayê de xwe weke navbeynkarê aştiyê nîşan dide û di heman demê de li ser welatên cîranê xwe dest bi êrişekê kir ku hiqûqa navneteweyî binpê kir. Ev yek durûtî ye."
MAX LUCKS: DIVÊ DAWÎ LI ÊRIŞÊN NEQANÛNÎ BÊ ANÎN
Parlamenterê Partiya Keskan ê ji Bochûmê hate hilbijartin Max Lucks jî li ser Twitterê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker zerarê dide NATO'yê û got, "Tirkiye bi rojane li ser herêma Kurdistanê ya li Iraqê operasyoneke giran a leşkerî dimeşîne. Ev hewldana neqanûnî ya Tirkiyeyê zerarê dide NATO'yê û xwe. Divê ev êrişên neqanûnî tavilê bêne rawestandin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi bersiveke siyasî û dîplomatîk heye."
ROJNAMEVANAN NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DAN
Derhênerê Weşana Giştî ya ARD a Elman George Restle rexne kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi têrkerî di çapemeniyê de cih nagirin û li ser hesabê Twittetrê got, "Hempîşeyên min ên hêja bi mafdarî jî be li ser nûçeyên têkildarî şerê Rûsya yê li dijî Ûkraynayê têgihiştî jî bin, şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan jî divê ji bo me ji noteke biçûk hêjatir be."