Nazî piştî şer di îstîxbarata DYA de xebitîn

Nazî piştî şer di îstîxbarata DYA de xebitîn

Der barê bi deh hezaran Naziyên berê ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê, çawa û di bin çi şert û mercî de hatine parastin, belgeyên nû hatin weşandin. Li gorî belgeyên îstîxbarata berê ya li DYA’yê hate aşkerakirin, nêzî hezar Naziyên ku li Elmanyayê tevlî sûcên li dijî mirovahiyê bûne, piştî şer ji rêxistinên îstîbarata Amerîkayê re xebitine.

Rojnameya New York Tîmes (NYT), nûçeyeke ku dispêre belgeyên îstîxbarata veşarî ya salên 1950’î amade kir û  diyar kir ku serwîsên veşarî yên Amerîkayê herî kêm 1000 Naziyên berê wek sixûr di bin banê xwe de daye xebitandin. Li gorî belge û mulakatên ku rojnameyê bidest xistiye,  di destpêka salên 1950’î de Allen Dulles û şefê FBI’ê J. Edgar Hoover ku di serê CIA’yê de bû, girîngiyeke mezin daye Naziyan.

Rojnameyê serî li nêrînên pisporê Holocaust, Rîchard Breîtman yê ji zanîngeha Amerîkan Unîverstîy da û wî jî agahiyên ku îdîayan piştrast dike dane. Li gorî Breîtman, piştî Duyemîn Şerê Cîhanê di dema şerê navbera DYA û Yekîtiya Sovyetan de Naziyên berê di xebatên sîxurtiyê de cih girtine.

DI NAVA WAN DE YÊN SÛCÊ QIRKIRINÊ PÊK ANÎBÛN JÎ HENE

Kesên ku di wezîfeyên leşkerî û rêxistinên îstîxbarata Amerîkayê de wek sîxur cih girtine, di dema Elmanyaya Hîtler de di gelek sûcên dij mirovahiyê de cih girtine.  Di nava van de Cîgirê Adolf Eîchmann jî hebû. Ev kes di sala 1954’an de bi malbata xwe re çû DYA’yê.

Di nûçeyê de hat gotin ku Serbazekî berê yê Naziyan jî bi hinceta ku ‘sûcê şer ê ne girîng’ pêk aniye hatiye parastin.

Li gorî nûçeya NYT’ê der barê kesekî din ê ji qetilkirina deh hezar Yahudiyên Lîtvanyayê berpirse jî, di 1994’an de lêpirsîna ku li DYA’yê der barê wî de hatibû vekirin jî di encama zextan de hate girtin.

PIRANIYA NAZIYAN PIŞTÎ ŞER VALA NEMAN

Di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de Naziyên ku li dijî Yahudî, Romen û gelên din qirkirin pêk anîn, piştî şer ji welat reviyan. Lê di serî de li Wezareta Karên Derve, bi deh hezaran Nazî wek berê jiyana xwe berdewam kirin û tê zanîn ku piraniya wan di saziyên dewleta Elmanyayê de cih digirin.

Di peywirên girîng de cih girtin û gelek kesên ku tevlî sûcê li dijî mirovahiyê bûn û li Rojavayê Elmanyayê hatin ser peywirê wiha ne;

Hans Globke: Di dema Hîtler de li Wezareta Karên Hundir xebitiye û tezên xwe yên nîjadperest amade kiriye. Piştî şer peywira xwe ya sekreteriya serokatiya Elmanyayê meşandiye.

General Reinhard Gehlen:  Ji Artêşa Biyanî ya Rojhilat (Fremde Heere Ost) ku zêdetir li eniyên derve peywira îstîxbaratê meşandiye re fermandarî kiriye. Di îstîxbarata Naziyan de rolekî bi bandor lîstiye. 

Wilhelm Krichbaum: Di dema şer de li qada şer a Elmanyayê di serekê Rêxistina Îstîxbarata Leşkerî ya Geheime Feldpolizei de bû. Talîmata qetilkirina bi hezaran partîzanên eniya Sovyetan da.

Theo Saevecke: Saevecke di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de  Yahudî bi zorê dida xebitandin û her wiha bi sedan Yahudî înfaz kir. Ji 1947’an şûnde li CIA’yê xebitî.

Kurt Georg Kiesinger: Di dema Hîtler de di Wezareta Karên Derve de di peywirên girîng de cih girt. 

Hans Filbinger: Tê zanîn ku di navbera 1939-1945’an de nêzî 30 hezar leşkerên Naziyan bi sûcên îxanet û disîplînê daye darvekirin. Ji salên xwendekariya xwe ve endamên Naziyan bû û di dema salên şer de dadgerê leşkerî bû. Gelek cezayên darvekirinê da û piştî şer dîsa ji CDU’yê bi lez û bez bilind bû.