Navenda kontrgerîla ya li Amedê hat girtin
Navenda kontrgerîla ya li Amedê hat girtin
Navenda kontrgerîla ya li Amedê hat girtin
Avahiya Serokatiya Herêmê ya Desteya Vekolînê ya Seferberiyê ya Amedê, ku yek ji serokatiyên herêmê yên biryargeha navendî ya kontrgerîla ye û navên wê di gelek kuştinên kiryar ne diyar, hat girtin. Antênên li ser banê avahiya du qatî, ku ji aliyê leşkerên taybet ve dihat parastin hatin jêkirin û alavên li hundirê avahiyê birin cihekî ne diyar. Personelên li vê derê jî li nava yekîneyên cuda hatin wezîfedarkirin û deriyê avahiyê hat girtin.
Serokatiya Herêma Amedê ya Desteya Vekolîna Seferberiyê, kuw eke 'navenda teoriyê' ya Fermandariya Hêzên Taybet û Kontrgerîla dihat zanîn, bi bêdengî hat girtin. Avahiya 2 katî ya li aliyê çepê yê Lojmanên Kurdoglû ya li pêşberî Kolana Kişla ya Navçeya Yenîşehîrê, ku li aliYê rastê yê Ofîsa Alavên Dewlet cih digirt û bi taybetî dihat parastin, hat valakirin. Piştî valakirina avahiyê, derî hat miftekirin, ewraq û alavên li avahiyê jî birin cihekî ne diyar.
Antenên bi frekansên bilind ên li banê avahiyê hatin jê kirin, leşkerên taybet ên avahî diparastin jî, li nava yekîneyên cuda hatin bicihkirin.
Piştî ku Tirkiye bi hinceta leşkera şandiye Koreyê û gefa 'Komunîzm'ê bû endamê NATO'yê, Serokatiya Desteya Vekolîna Seferberiyê, bi biryara pêşniyarê ya 17/c ya Desteya Ewlekariya Neteweyî ku hingî navê wê Desteya Bilind a Parastina Milî bû, di 27'ê Îlona sala 1952'an de bi kanûna bi mijara 'Avakirina Yekîneyên Nêçirvanên Milî' ava bû. Dema ava bû navê wê yê destpêkê 'Fermandariya Hêzên Vekolînê' bû. Dûre bû 'Daîreya Şerê Taybet' û di sala 1993'an de jî navê 'Fermandariya Hêzên Taybet' lê hat kirin. Serokatiya Desteya Vekolîna Seferberiyê ku hînê di bin sîwanê Fermandariya hêzên Taybet de weke saziyekê tê zanîn jî, di heman demê de weke navenda plansazî û biryargeha ferman-kontrol a kontrgerîla tê naskirin.
Yekemîn fermandarê Serokatiya Desteya Vekolîna Seferberiyê albay Daniş Karabelen ku bi awayekî ne nîzamî li DYA perwerdeya şer dîtiye. Li gel Daniş Karebelen, 16 kesên ku di nav de Tûrgût Sûnalp, Ahmet Yildiz, Alparslan Turkeş, Suphî Karaman, Fîkrî Ateşdagli hebûn di sala 1948'an de li DYA perwerdeya ne nîzanîm ya şer dîtin û bûn kadroyên damezrîner ên şûbeyekê.
Di ewraqên fermî de wezîfeya Desteya Vekolîna Seferberiyê weke "Di dema aştiyê de dê gelê sivîl ê li herêmê rêxistin bike û li dijî dagirkeriyeke dijmin a were fêmkirin, dê berxwedan û serhildanê bide destpêkirin" tê binavkirin.
Çalakiya destpêkê ya vê navenda kontrgerîa, beriya damezrandina xwe ya fermî di sala 1950 de bi şandina leşkeran ji bo Koreyê kir.
Piştî organîzasyona şandina leşkeran ji bo Koreyê (piraniya leşkerên hatin şandin li vir mirin û sedan leşker jî winda bûn), bûyerên 6-7'ê Îlonê, rêxistinbûyîna Teşkîlata Mûkavemet a Tirk li Qibrisê, 1'ê Gulana 1977, 16'ê Adarê, Bahçelîevler, Komkujiyên Mereş û Çorûmê, kuştina Abdî Îpekçî, kuştina Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kemal Turkler, li pişt van hemû bûyeran timî navê Serokatiya Desteya Vekolîna Seferberiyê hat bilêvkirin.
Yekemîn çalakiya Desteya Vekolîna Seferberiyê ya deng veda jî, di 6-7'ê Îlona 1955'an de êrîşa li hemberî kêmneteweyan bû ku li ser nûçeya dereng a bombekirina mala Ataturk a li Selanîkê rû da ye. Ji Serokên Desteya Vekolîna Sefeberiyê Orgeneral Sabrî Yîrmîbeşoglû di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de anî ziman ku bûyerên 6-7'ê Îlonê bûyerên gelekî organîzekirî ne û gotibû, "Karê Daîreya Şerê Taybet bû û rêxistinbûyîneke bi heybet bû."
Tê zanîn ku li pişt gelek bûyerên tarî yên li Tirkiyeyê, ji sala 1952'an û vir ve, Serokatiya Daîreya Desteya Vekolîna Seferberiyê heye.
Desteya Vekolîna sefeberiyê ku li Tirkiyeyê 16 Serokatiyên wê yên herêmê heye, beriya niha dabû xuyakirin ku Serokatiyên xwe yên li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Trabzon, Konya, Dîlok, Amasya, Meletî, Mûgla û Agiriyê girtiye, lê belê Serokatiyên Herêmên Skeenderûn, Amed, Wan, Qers û Edîrneyê karê xwe dewam dikin.
Serokatiya Herêma Amedê ya Desteya Vekolîna Seferberiyê, weke navenda fermandariyê ya JÎTEM'ê tê zanîn, ku di salên 90'î de bi hezaran kes qetil kiribû.