Nasnameya 14 gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 14 gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, 14 gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got: “Ev dîroka wan a destanî ku dewrî me kirine,  peywira me ya herî sereke ye. Em ê vê peywirê li gorî bîranîna wan bi cih bînin.

Di daxuyaniya nivîskî ya hat dayîn de 14 gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoya dîrokî li Kurdistanê fedakariyek mezin û berpirsyariyek neteweyî tê pêşxistin de, li Rojava berxwedana Kobanê her diçe mezin dibe û berxwedana Şengalê ya li Başûrê Kurdistsanê  têkoşîneke ku hatiye rewşa sekna bi rûmet ya gelê Kurd. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ev berxwedana bi heybet bi pêngavên bi biryar yên mîlîtanan didome. Ev sekna ku meşa bi biryar didome, di çanda xeta Bêrîtanê de  bûye dîroka têkoşîna azadiya me ya ku mirovên Kurd ên nû derdixe ye. Em hemû şehîdên xwe yên ku vê pêvajoya dîrokî pêngav bi pêngav pêk anîn e û 14 hevalên xwe yên di meha Cotmehê de gihiştine şehadetê  bibîr tînin û soza xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad dubare dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gerîlayên li Kurdistanê bi sekna xwe ya destanî ev şoreş pêş xistine û bi berpirsyariyeke mezin nirxên gel parastine û bi sondxwarinê jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Şehîd Adar Avaşîn (Cemîle Oktar), Argêş Pîran (Ahmet Aşkin), Bahoz Karadag (Basri Tunç), Cenk Alev (Şahîn Guneş), Çiya Zagros (Rahman Ramazanî), Devrîm Wan (Engîn Çapin), Dilxwaz Dengtav (Husamettin Aykaç), Jînda Reda ( Haziye Brukîmîlan), Kawa Cûdî (Mustafa Muhammed), Lokman Kiziltepe (Mehmet Faruk Yuksel), Renas Kobanê (Kurdo Îsa), Rizgar Koçer (Ferhat Can), Zerdeşt Dogan Welat (Menan Îsmail), Şoreş Cûdî (Abdullah Aslan) kedeke mezin dane.”

Her wiha hate destnîşankirin ku 14 hevalên me yên ku ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê tevlî refê me bûne, azadî tevî her cure êrîşê parastine û ji bo avakirinê xwe dane ser. 

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev berxwedana dîrokî ya ku wan afirandiye ji bo ku bimeşînin, peywir dikeve ser milê wan û hat gotin ku dê vê peywira wan li gorî bîranîna wan bînin cih û bibin bersiv.

Nasnameya gerîlayên ku hatine aşkerakirin wiha ne;

Cemîle Oktar a bi navê kod Adar Avaşîn  li Wanê hatiye dinê û di 1’ê Cotmeha 2012’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.

Ahmet Taşkin ê bi navê kod Argêş Pîran li Amedê hatiye dinê û di 1’ê Cotmeha 2012’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.

Basrî Tunç ê bi navê kod Bahoz Karadag ê ji Sêrtê ye di 28’ê Cotmeha 2012’an de li Gabar-Hezîrê jiyana xwe ji dest daye.

Şahîn Guneş ê bi navê kod Cenk Alev li Wanê hatiye dinê û di 10’ê Cotmeha 2012’an de li Amanosê jiyana xwe ji dest daye.

Rahman Ramazanî yê bi navê kod Çiya Zagros li Urmiyeyê hatiye dinê û di 1’ê Cotmeha 2012’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.

Engîn Çapin ê bi navê kod Dewrîm Wan li Wanê hatiye dinê û di 20’ê Cotmeha 2011’an de li Şehîdan-Colemêrgê jiyana xwe ji dest daye.

Husamettîn Aykaç ê bi navê kod Dilxwaz Dengtav li Sêrtê hatiye dinê û di 3’ê Cotmeha 2008’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest da.

Haziye Brukîmîlîan a bi navê kod Jînda Reda li Makû hatiye dinê û di 28’ê Cotmeha 2012’an de li Elkê jiyana xwe ji dest daye.

Mustafa Muhammed yê bi navê kod Kawa Cûdî li Kobanê hatiye dinê û di 28’ê Cotmeha 2012’an de li Elkê jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet Faruk Yuksel yê bi navê kod Lokman Kiziltepe li Mêrdînê hatiye dinê û di Cotmeha 2012’an de li Kato Jîrka jiyana xwe ji dest daye.

Kurdo Îsa yê bi navê kod Rênas Kobanê li Kobanê hatiye dinê û di 28’ê Cotmeha 2012’an de li Elkê jiyana xwe dest daye.

Ferhat Can ê bi navê kod Rizgar Koçer li Bedlîsê hatiye dinê û di 20’ê Cotmeha 2012’an de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye.

Abdullah Aslan ê bi navê kod Şoreş Cûdî li Helebê hatiye dinê û di 24’ê Îlona 2013’an de li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest daye.

Menan Îsmaîl ê bi navê kod Zerdeş Dogan Welat li Efrînê hatiye dinê û di 23’ê Cotmeha 2011’an de li Çelê (Geliyê Teyare) jiyana xwe ji dest daye.