Musteşarên Tirk diçin Bexdayê
Piştî ziyareta Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê, du musteşarên Tirk îro diçin Bexdayê.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû da xuyakirin ku musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û musteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû wê îro li paytexta Iraq Bexdayê danûstandinan bikin. Serokwezîrê Tirk Davûtoglû diyar kir ku ziyaret 'ji bo daxistina tansiyona krîza Mûsilê gaveke nû ye'.
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî duh hat Tirkiyeyê û bi Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan, Davûtoglû û Erdogan re li ser mijarên weke 'herêma tampon' a navbera Ezaz-Cerablûsê danûstandin kir. Balkêş e ku piştî van civînan 2 musteşarên Tirk diçin Bexdayê.
Te gotin ku Barzanî bi rayedarên Tirk re, ji bo vekişandina gerîlayên PKK'ê ji Şengalê, li ser hevkariya Hewlêr-Enqereyê axiviye.