Muslim: Tirkiye sozên ji me re dan pêk neanîn

Muslim: Tirkiye sozên ji me re dan pêk neanîn

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî sê rojên hevdîtina xwe ya li Tirkiyeyê diyar kir ku wan bi rayedarên asta herî jor ên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîne û ji bo alîkariyê Tirkiyeyê gelek soz dane wan. Mûslim diyar kir ku hemû sozên Tirkiyeyê heya niha dane, ev sê roj derbas bûne û ti bi cih neanîn e.

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim têkildarî ziyareta xwe ya berî sê rojan a ji bo Tirkiyê ji RojNewsê re axivî. Mûslim diyar kir ku di hevdîtinê de ji rayedarên Tirkiyeyê re gotiye ku ew naxwazin ti carî navbera wan û Tirkiyeyê xera bibe, li ser vê yekê rayedarên Tirk ji wan re gotine ku ew jî dijminatiya gelê Kobanê naxwazin û soza dijî DAIŞ çi alîkarî pêwîst bike wê bikin.

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim berî sê rojan serdana Tirkiyê kir. Mûslim der barê serdana xwe de ev agehdarî dan: “Di hevdîtina me de nîqaş li ser tevlîbûna Tirkiyeyê ya koalîsyona li dijî DAIŞ hat kirin. Herwiha Tirkiyeyê jî di fikra ku DAIŞ ji bo Tirkiyeyê metirsiye û ew jî li dijî DAIŞ’ê ne anîn ziman. Me jî diyar kir ku em heta niha bi Tirkiyeyê re bi şêweyekî aştiyane jiyane, em jî naxwazin dijminatiya Tirkiyeyê bikin. Ew jî diheman fikrê de bûn. Me jî diyar kir ku îro li Kobanê rewşa lezgîn heye, pêwîstî bi tedbîran heye. Wan jî soza ku wê tişta pêwîst û tedbîrên pêwîst bikin dan me. Hem di aliyê alîkariyên mirovî de û hem jî rê dana gelê me yên dixwazin Kobanê bi parêzin.”

HEYA NIHA TI ALÎKARIYEKE MIROVANE NEGIHAYE KOBANÊ

Salih Mûslim di berdewama axaftinên xwe de anî ziman ku heta niha ti alîkariyek mirovî negihaye Kobanê û wiha got: “Rayedarên Tirkiyeyê diyar kirin ku ti niyetekî wan ya bikevin Kobanê nîne, lê heya niha çend top bi herêma me jî ketine, me jî bersiv daye û em wê bersiv jî bidin. Me ji wan re ragihand ku heya niha sozên we dayîne we pêknanîne. Heya niha ti alikariyekî însanî ne gihandine Kobanê. Me dîsan diyar kir ku em hêvî dikin ew soza wan daye bînin cih.”

Mûslim ragihand ku li Kobanê berxwedan heye û wiha pêdeçû: “Rewşa niha li Kobanê ji xwe berxwedane û ev berxwedan didome. Gelê me heya niha jî di malên xwe de ye, ti kes naxwaze ji malên xwe û bajarê xwe derkeve. Heya niha jî berxwedana gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ’ê didome. Li gor agahiyên vê sibehê ketine destê me, balafirên koalîsyonê jî çend cihên wan topbaran kirine. Lê dîsan me di vî alî de dît ku heya niha di êrîşa dijî DAIŞ’ê de necidibûnek heye.”

GER KOBANÊ BIKEVE TIRKIYE JÎ BERPIRS E

Salih Mûslim diyar kir ku ger Kobanê bikeve, Tirkiye jî berpisyare û wiha got: “Bê guman dema komkujiyekî li Kobanê çêbibe hêzên koalîsyonê û heta Tirkiye jî berpirse. Ji bo wê jî bila kesek xwe nede aliyekî. Ji ber êdî hemû kes dizane li hemû cihê Kurd radibin ser piyan, Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo îradeya xwe radibin. Ji ber ne diyare, duh Şengal bû û îro Kobanê ye. Lê sibe ne diyare, gelo wê Hewlêr be an jî bajarek din be, kes nizane.”

Hevserokê PYD’ê li ser hevdîtinên ligel Tirkiyê û sozên dane jî wiha got: “Raste me hevdîtin bi rayedarên Tirkiyê re di asta herî jor pêk anî. Di roja yekemîn a hevdîtinan de, ji me re ragihandin ku wê niha alîkariyê bikin. Raste dereng mane û ev sê roj li ser soza wan re derbas bû. Em ji kesê rica nakin, em tenê dixwazin xwedî li soza dane derbikevin.”

HELWESTA GELÊ BAŞÛR PÊWÎST E

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim di dawiyê de bang li gelê başûrê Kurdistanê kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji xwe helwesta gelê Başûr jî pêwîste. Ji ber ew jî kurd in. Ji ber ku îro Kobanê ji bo hemû kesê ezmûnekî neteweyî ye. Ji bo wê hemû kes îro di vê ezmûnê re derbas dibe. Em hêvî dikin ku hemû kes vê ezmûnê bi serkeftî derbas bikin û tişta jê tê xwestin bike. Ev jî şandina çekan an jî tiştên din be. Ger ji hêzên navneteweyî carekê alîkarî bê xwestin, du caran ji gelê Kurd tê xwestin. Ji bo wê em hêvî dikin her kes berpirsiyartiyên xwe bîne cih.”