Polîsan mudaxeleyî meşa meşaleyî ya bi armanca bîranîna kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji desta dane hat lidarxistin kir û rêveberên BDP'ê jî di nav de 7 kes xistin binçavan. Di mudaxeleya polîsan de zarokek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, şevê din li Qada Haci Ahmeta navçeya Beyogluya Stenbolê ji bo bîranîna kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane girseya lihev civiya xwest meşeke meşaleyî lidar bixe, lê polîsan meşa girseyê asteng kir û mudaxele li meşê kir. Di encama mudaxeleyê de Rêveberê BDP'a Beyoglu Celal Oskar û welatiyên bi navê, M. Şerîf Can, M. Salîh Bîmay, Basrî Kuçukkaya, Mîhrîban Temîz, Abdurrahman Karatay û Ozan Îdîn hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 7 kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê tên girtin.
Hat hînbûn ku di dema mudaxeleyê de zarokê navê wî nehate zanîn jî birîndar bû.