MSD: Ji sedî 70’ê Efrîniyan ji warên xwe koçber bûne
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) polîtîkayên paqijiya etnîk a dewleta Tirk şermezar kir û got “Ji sedî 70’ê Efrîniyan ji warên xwe koçber bûne.”
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) polîtîkayên paqijiya etnîk a dewleta Tirk şermezar kir û got “Ji sedî 70’ê Efrîniyan ji warên xwe koçber bûne.”
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî siyasetên guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan dimeşîne, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
"Ji kêliya destpêkê ya karesata erdhejê ya 6′ê Sibatê ve MSD′ê hemû derfetên xwe yên siyasî û dîplomatîk bo xizmetkirina gelê Sûriyeyê yên zirar ji erdhejê dîtine danîn û têkiliyên xwe ji bo ku deriyên mirovî ji bo derbasbûna alîkarî û madeyên guncaw werin vekirin, bi kar anî. MSD′ê însiyatîfên herêmê yên li hundirê Sûriyeyê çi sivîl, gel an jî yên Rêveberiya Xweser teşwîq kir.
Piştî derbasbûna 14 rojan di ser karesatê re, siyasetên ku di karesatê de hatine bikaranîn derfetên rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de û mehrûmkirina mexdûrên erdhejê ji alîkariyan asteng kirin.
Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker qedexe kir ku alîkariyên Rêveberiya Xweser ku di demeke zû de gihaştine deriyan, derbas be. Siyaseta hundirîn a Tirkiyeyê anku medyaya AKP′ê da zanîn ku destpêkê divê mexdûrên Tirk bê rizgarkirin û desthilata xwe ya nijadperestî di rizgarkirina welatiyan û alîkariya kesên hewcedar de bi kar anî. Lê sûca li dijî mexdûrên Sûriyeyî yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê hatiye kirin, bi nûnertiya fermanên dewleta Tirk bûn. Bi wê re komên girêdayî wê alîkariyên Rêveberiya Xweser pêşwaz nekirin û ragihandina Desteyên Parastina Sivîl a ji bo pêdiviya bi wan alîkariyan paşguh kirin. Lê ji bo erka mirovî û exlaqî û nîştimanî me hewl da em alîkariyê bikin, tevî ku me dizanî bawerî bi van komên terorîst ji bo wan alîkariyan tune ye.
Em bi tundî van siyasetên guhartina demografîk ku dewleta Tirk li dijî kurdên li bakurê rojavayê Sûriyeyê pêk tînin, şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û zextê bike ku Kurd ji cihên xwe yên resen neyên koçberkirin, her wiha heta niha zêdeyî ji sedî 70 ji şêniyên Efrînê hatiye koçberkirin.
Em têkildarî fînansekirina desthilatên dewleta Tirk a dagirker ji alîkariyên navneteweyî yên ji Sûriyeyan re hişyariyê dikin, bi taybet alîkariyên hin dewletan veqetandine ku cih û gundên nû li eraziyên welatiyên Kurd werin avakirin.
Her wiha em topbaranên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar dikin.
Desthilata Şamê jî karesat li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî yên teng bi kar anî, însiyatîfên nîştimanî yên hundirîn ên alîkarîdayîna mexdûran red kirin. Siyasetên desthilata Şamê berpirsê bingehîn ê hilweşîna rewşên mirovî û aborî yên welatiyan e. MSD′ê di demeke berê de bang li Sûriyeyan kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û eniyeke demokratîk a fireh ji bo birêvebirina diyalog û danûstandina bi desthilatê re ava bikin da ku di zindîkirina xebata siyasî de bibe alîkar û tê de hemû hêz û aliyên Sûriyeyê yên aktîf hebin ku biryara NY′yê ya 2254′an pêk bînin.
MSD′ê di demekê de ku sersaxiyê ji malbatên mexdûran re dixwazin û hêviya şifayê ji birîndaran re dikin.”