MLKP Rojava: Nûbar Ozanyan nemir e
MLKP Rojava got, "Lehengê li wargehên Ermeniyan mezin bûyî û rêya wî heta bi xaka şoreşê çûyî Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) nemir e."
MLKP Rojava got, "Lehengê li wargehên Ermeniyan mezin bûyî û rêya wî heta bi xaka şoreşê çûyî Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) nemir e."
Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst a Rojava ji bo Nûbar Ozanyan, yek ji fermandarê TKP/ML- TÎKKO ku di şoreşa Rojava de şehîd bû û îro wê were veşartin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lehengê li wargehên Ermeniyan mezin bûyî û rêya wî heta bi xaka şoreşê çûyî Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) nemir e."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nûbar Ozanyan, bi navê wî yê vir hevrêyê me Orhan, li dijî çeteyên DAIŞ'ê û paşverûtiya herêmê şer kiriye. Dema ku di wê keftûleftê de bû ku rengê pevgihîner, enternasyonalîst û azadîxwaz ê şoreşa Rojava û tecrûbeya wê bi şervanên ji neteweyên cuda bide fêhmkirin şehîd bûbû û hevrêyên wî yên li cem jî birîndar bûbûn.’’
MLKP Rojava bi dewamî got, "Ên ku ji bo şoreşa Rojava û serketina wê şer dikin, wê vî şoreşgerê dilnizm û biryardar ê gelê me yê Ermenî û TKP/ML-TÎKKO ti carî ji bîr nekin, wê sozên ku dane Wî û hemû şehîdan bi cih bînin û dilsozê bîranîn û xewnên wan bin."