MLKP: Rewşa girtîgehan jiyanî ye û nayê talûqkirin

Komîteya Navendî ya MLKP’ê bertek nîşanî pêkanînê dermirovahî yên li girtîgehan da û got: “Rewşa girtîgehan jiyanî ye û ev pirsgirêk nayê talûqkirin.“

Komîteya Navendî ya MLKP’ê têkildarî binpêkirinên mafê mirovan ê li girtîgehên Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

‘REJÎMA FAŞÎST DIXWAZE GIRTÎGEHAN VEGUHERÎNE CIHÊ TESLÎM GIRTINÊ‘

Di daxuyaniyê de MLKP’ê bal kişand li ser mirinên li girtîgehan û got:"Rejîma faşîst bi serkêşiya Erdogan, ji bo girtîgehan veguherînin cihê teslîmgirtinê terora faşîst çend qat zêde bûye. Li girtîgehan zext û îşkence sînoran nas nake. Tecrîd her ku diçe girantir dibe. Êdî zilma li girtîghan nayê tehmûlkirin. Divê girtî bi tenê neyên hiştin. Peywîra her kesê ye ku xwedî li qîrîna girtiyan derkeve. Ev peywîr tenê li ser milê Komsiyona Girtîgehan a ÎHD’ê ye, ev berpirsyariyek mezine û divê herkes vê berpirsyariyê bigre li ser milê xwe. Ji ber ku rewşa girtîgan jiyaniye û lezgîn e. Ev rewşa jiyanî û lezingîn nabe ku were talûqkirin"

‘BI HEVRE TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN‘

MLKP’ê bi domdarî ev tişt got:"Divî hemû şoreşger, dijfaşîst, partiyên pêşvero, sendîka, rêxistinên civakên demokratîk, hunermend û rewşenbîr li dijî binpêkirinên mafên mirovan ê li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê werin ba hev û platformek hevpar ava bikin. Divê têkoşînê bi hevre xurt biki"