Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) bi peyamekê Newroz pîroz kir.
Peyam wiha ye:
"Agirê ku Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqê zalim pêxistiye riya ku diçe azadiyê nîşan daye. Agirê Newrozê ku Kawa pêxistiye li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûye nîşaneya serhildan û têkoşîna gelan a li hemberî desthilatên koledar. Ev têkoşîna ku bi salan e bi fedaîtî tê dayin û agirê Newrozê ku tê pêxistin li Rojava di şoreşa gelan a demokratîk de gihaştiye serketinê.
Îro Dehaqên faşîst ên mêtînger li Kurdistana me zilma xwe didomînin. Yên ku ji bo azadiyê şer dikin qetil dikin. Li yên ku dixwazin azad bijîn teslîmiyetê ferz dikin. Li qereqol, navendên polîsan û hepsên mêtîngeran êşkenceyan dikin. Li hemberî vê zilmê Kawayên nûjen li ber xwe didin, têkoşîn dikin, şer dikin. Azadiya xwe, rûmeta xwe û xakên xwe yên azad li hemberî dijmin bi fedaîtî diparêzin. Îro ew hilgirên agirê giyanê Newrozê yê azadîxwaz û berxwedêr in.
Em agirê Newroza 2022’an li dijî dagirkeriya mêtînger û şerê emperyalîst pêxin. Newroza 2022’an di serî de li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û li her deverên ku gelê me yê Kurd lê dijîn em bikin roja ku têkoşîna li hemberî mêtîngerî, dagirkerî, hevkariya bi dijmin re, zilma li ser hepsan û tecrîdê radibe serhildanê.
Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye em di têkoşîna li hemberî şerê emperyalîst ê li Ukrayna, kapîtalîzmê û kûrewîbûna emperyalî de geş bikin. Li hemberî şerê paşverû û pergala zilamperest em di qadan de bibin yek. Ji bo jiyaneke azad û birûmet em şoreşa ku bijarteya tekane ya gelan e qîr bikin.
Em Newroza 2022’an bikin roja ku xakên me yên di bin dagirkeriyê de ne werin rizgarkirin, tecrîd û hemû zextên li ser rêberê gelê Kurd Ocelan û hemû girtiyên şoreşger werin rakirin, yekîtiya neteweyî û azadiya neteweyî were mezinkirin. Di her derê de em agirê serhildanê ji bo Kurdistana yekbûyî û azad hîn xurtir pêxînin.
Em Newroza 2022’an bi gelên Rojhilata Navîn ên bindest re bi hev re pîroz bikin. Em bikin roja ku yekîtiya gelan hîn bêhtir tê xurtkirin û mezinkirin."