MLKP'ê bang kir: Ji Newrozê heta 1'ê Gulanê em 'pirên hêvî û serketinê' ava bikin
Komîteya Navendî ya MLKP'ê bang kir ku ji qadên Newrozê heta qadên 1'ê Gulanê "pirên hêvî, coş, wêrekî û serketinê" ava bikin.
Komîteya Navendî ya MLKP'ê bang kir ku ji qadên Newrozê heta qadên 1'ê Gulanê "pirên hêvî, coş, wêrekî û serketinê" ava bikin.
Komîteya Navendî ya MLKP'ê ji bo Newrozê peyamek da û got, "Li tevahiya Kurdistanê, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li dijî înkara neteweyî, nijadperestî, zilma faşîst a qirker, dagirkerî, mêtingerî û parçebûna çar parçeyan şer mezin bikin; bi gelên herêmê re hevkariya şoreşgerî û demokratîk xurt bikin."
Di daxuyaniya MLKP'ê de hate gotin, "Li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê em qadên Newrozê dagirin, bi şerê mafdar, exlaqî û rewa yê gelê Kurd re hevkariyê bikin, biratiya gelan misoger bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Bi bilindkirina berxwedana yekbûyî ya bindestan, ji qadên Newrozê heta qadên 1'ê Gulanê em pirên hêvî, coş, wêrekî û serketinê ava bikin."