'Mirina li girtîgehan şerma me ye'

Nesrîn Çelîk, xwîşka girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk got divê rewşa girtiyên nexweş ji rojevê nekeve û bi vê maneyê peywir dikeve ser her kesî, hemû rêxistinên civakî yên demokratîk.

Li girtîgehên Tirkiyê di vê meha dawî de 5 jê yên bi nexweşiya giran 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Ev Bangîn Muhammed, Garîbe Gezer, Abdulrezak Suyur, Halîl Guneş, Salîh Tugrul, Ilyas Demîr û Vedat Erkmen bûn.

Bi van mirinan re careke dî derkete holê ku mijara rewşa girtiyên nexweş giran. 

Li gorî rapora ÎHD'ê li girtîgehan 605 girtiyên nexweş hene .Ji van rewşa 604'an giran e. Di nav mehekê de ji 7 girtiyan 5 jê yên ku jiyana xwe ji dest dan di van van de bûn.

Dîsa li gorî rapora ÎHD'ê li girtîgehan ji sala 2020'an û vir ve 64 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.

Cengîz Sînana Halîs Çelîk jî ji van girtiyan yek jê ye. 

Çîroka wî beriya niha jî hatiye nivîsîn lê tiştek neguherî. 

Çelîk hem bi nexweşiya kansêrê ye û hem jî epîlepsî ye. Bi hêla Covîd-19'ê re tedawiya wî jî sekiniye.

Nesrîn Çelîk, xwîşka girtiyên nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk têkilî birayê xwe got, ''Birayê min ev 25 sal in girtiye. Niha li Girtîgeha Silîvrî ye û kansêra mesane pê re heye. Bi nexweşiya epîlepsiyê ye. Her wiha yek ji kujerê Ozgecen Aslan dema ku li rehabîlîtasyona Girtîgeha Metrîsê bû, dema pêvajoya çareseriyê ji 22 cihan birayê min kêr kir. Piranî terapî û fizyoterapiya xwe ew dike.  Bi serê xwe antrêmaan dike da ku ji masûlkeyên wî baş bin. Em wî ya li ser kursiyê biteker dibînin an jî bi gopal. Ji hêla bedenî ve çi qasî nexweş jî be ji hêla moralê ve baş e. Dema hêla koronayê tedawiya wî nehate kirin.  Ji aliyekî ve me jî nexweş ku biçe nexweşxanê, ji ber şertên li girtîgehan, ji ber ku hem kansêr e û hem jî epîlepsî ye û xweragiriya wî qels e.''

Çelîk têkilî nêzîkatiya doktoran got, ''Ji ber doza wî, wî naxin şûna mirovan, bêyî narkozê bidin, ji hiş bixin emeliyat dikin. Ev hemû şert dikevin ser hev, ev du salên dawî ne rewşa kansêra wî mixabin em pê nizanin.

Birayê min li rehatbîlîtasyona Girtîheha Metrîsê ma lê sirgûnî Silîvrî kirin .Ev der ji bo girtiyên nexweş zor e. Mînak birayê min divê tiwaleta xwe bi tena serê xwe bi kar bîne. Vê lêzimiya basît jî li gritîgeha ku lê dimîne nikare bi cih bîne. Her wiha beriya hêla koronayê me birayê min dibir Nexweşxaneya Dewletê ya Samatya, gokdoran gotin bînin vir lê dema ku hêla koronayê dest pê kir ev nebû. Ji ber vê jî niha kansêra wî hatiye çi astê em pê nizanin.''

Çelîk bi berdewamî got, ''Rewşa girtiyê nexweş pir girîng e. Mixabin her car nayê rojevê. Em hînî her tiştî dibin lê ez hewl didim ku hînî vê rewşê nebim.Mirina li girtîgehan rewşeke pir kambax e. J iber vê divê qet ji rojevê nekeve.''

Çelîk Garîbe Gezer bi bîr xist û got, ''Ji ber tacîz û êşkenceyan mirina Garîbe Gezer şerma me hemûyan e. Li girtîgehan yek kes jî bimire ev şerma me ye.

Em jixwe ti hêviyê ji dewletê nakin, ya ku vê dike jixwe dewlet e. Em ji rêxistinên civaka sivîl, raya giştî ya demokratîk hêvî dikin ku tiştinan bikin. Em nehêlin ku rojevê bikeve, ji ber ku mirov ne ku dema nexweş têne gritin berevajî li gritîgehan nexweş dikevin. Girtîgeh mirovan nexweş dike û dikuje.''