Mirina bi guman a li qereqolê: Malbata Bûgrûr serî li ÎHD’ê da

Malbata Ahmet Bûgrûr ê ku hatibû îddîakirin li Bazîdê li qereqolê xwe kuştiye, serî li ÎHD’ê da.

Bavê sê zarokan Ahmet Bûgrûr (37) duh di saetên siharê de li navçeya Bazîd a Agiriyê hat destgîrkirin. Hat îdîakirin ku Bûgrûr li nezareta Midûriyeta Emniyeta Bazîdê, xwe kuştiye. Hat destnîşankirin ku Bûgrûr li nezaretê bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên hatine girtin, duh siharê Bûgrûr li ber mizgeftek a li navenda bajêr, bi melayekî re şer kiriye. Di encama şer de, Bûgrûr û melayê ku navê wî nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bazîdê. Hat zanîn ku ji ber şerê li Emniyetê çêbûye Bûgrûr şîmaq li mela xistiye û lewma ew avêtine nezaretê. Piştre cenazeyê Bûgrûr bi hinceta ku xwe kuştiye, radestî malbatê hat kirin.

Malbatê piştî mirina bi guman a Bûgrûr a li qereqolê, ket nava tevgerê û serî li Şaxa ÎHD’ê ya Agiriyê da. Di serlêdana ji aliyê birayê wî Resûl Bûgrûr ve hat kirin de, wiha hat gotin: “Ez rica dikim ku mirina bi guman a birayê min Ahmet Bûgrûr were lêkolînkirin û ji bo derketina holê ya pirsgirêka civakî, bila tişta pêwîst were kirin.”