'Mirin li girtiyan tê ferzkirin'

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû anî ziman, girtîgehên Tirk zêdeyî kapasîteya xwe dagirtî ne û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Gergerlîoglû got, mirin li girtiyan tê ferzkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, ku li gorî rapora dawî ya Konseya Ewropayê ya li ser lêkolînên xwe yên têkildarî girtîgehên cîhanê, Tirkiye piştî Rûsyayê ew dewlet e ku herî zêde girtîgeh lê heye.

Gergerlîoglû diyar kir, ku ji aliyê hejmara kesên ku di nava salekê de hatine girtin ve Tirkiyeyê rekor şikandiye û anî ziman, li Tirkiyeyê rêjeya girtinê ji sedî 89.3 zêde bûye.

Gergerlîoglû got, "Rewş tirsnak e. Ji ber van hemûyan kapasîteya girtîgehan zêde tijî bûye. Li hin girtîgehan di asta ji sedî 166 de dagirtî ye. Li cihê ku divê 10 kes bimîne 35 kes tê hiştin. Ev yek jî bandorê li tenduristiya ruhî û fîzîkî ya mirovan dike. Niha pirsgirêka herî mezin ev e. Tenduristiya mirovan xera dibe, lewma jî hejmara girtiyên nexweş her roj zêde dibe. Ji xwe mirovên ku bi nexweşî têne girtin jî nexweşiya wan lê girantir dibe. Rêjeya mirinê niha li girtîgehan gelekî zêde ye. Ji ailyê mirina li girtîgehan ve piştî Rûsyayê Tirkiye li tevahiya cîhanê di rêza duyemîn de ye. Di nava vê rêjeyê de ji sedî 13.9 bûyerên xwekuştinê ne."

Gergerlîoglû ragihand, ku ji bo hêsanîkirina prosedura taloqkirina bicihanîna cezayên girtiyên nexweş wan pêşnûme qanûn pêşkêş kirin û got, "Girtiyên bi nexweşiyên kanser, alzheimer û gelek nexweşiyên din ên kronîk û giran divê li girtîgehan nemînin. Prosedureke gelekî giran heye. Mijara taloqkirina ceza nayê nirxandin. Niha gelek girtiyên nexweş hene. Ozge Ozbek di asta 4'emîn de bi kansera mejî ketiye, emeliyateke gelekî giran a mejî derbas kiriye. Beriya salekê bicihanîna cezayê wê hate taloqkirin, lê belê ev biryar hate betalkirin, niha ji nû ve li girtîgehê ye. Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê dibêje 'nabe ku li girtîgehê bimîne', lê ATK a Stenbolê dibêje 'Na, dikare li girtîgehê bimîne'. Em hemû diçin nexweşxaneyan, doktor doktor e. Doktorê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê doktor e, lê yê li ATK ne doktor e gelo? Zexteke siyasî li ser ATK a Stenbolê heye. Lewma jî girtî ya li ber mirinê tên berdan, yan jî li girtîgehê dimirin."

Omer Farûk Gergerlîoglû ragihand ku gelek malbatan serî li wan dane, ew jî hewl didin bi wan re di nava têkiliyê de bin û got, "Em dibînin ku dramên gelekî mezin diqewimin. Desthilatdarî ji A heta Z'ê hemû bûyeran dinixumîne."

Gergerlîoglû ragihand ku rapor hemû bi hiqûqa dijmin têne amadekirin û got, "Rapora têkildarî Aysel Tûglûk mînaka şênber a vê yekê ye; rapora ATK heta dawiyê bi sûcên ku tê îdîakirin, dagirtî ye. Diyar e ku siyaset mîna di bûyerê din de di vê bûyerê de jî giraniya xwe heye. Gelek mirov dikarîbûn bihatina rizgarkirin, lê belê me gelek mirovên ciwan ji dest dan."