Milîsen KBDH’ê li Geverê 15’ê Sibatê bi çalakiyan protesto kirin
Milîsên KBDH’ê diyar kir wan li hemberî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gevera Colemêrgê hin çalakî li dar xistine.
Milîsên KBDH’ê diyar kir wan li hemberî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gevera Colemêrgê hin çalakî li dar xistine.
Milîsên KBDH’ê diyar kir wan di 15’ê Sibatê deli Taxa Kanî Heyder li sê cihan agir bi tekeran xistine, heta demekê rê girtine û rê xistine bin kontrola xwe.
Milîsên KBDH’ê diyar kir li Taxa Esenyûrtê jî wan bi bombeyên xurt ên bi destan hatine amadekirin li polîsên Tirk ên dewriye digerandin xistine.
Milîsên KBDH’ê diyar kir ragihand ku di 14’ê Sibatê de bi şev li taxên Eskî Kişla, Gungor û Cumhûriyetê di heman wextê e pankart daliqandine û gelê Geverê ji ber vê çalakiyê gelek bi coş tevgeriyaye.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Ev pankart demeke dirêj daliqandinî man û dijmin piştre êrişên giran birine ser taxên ku me çalakî kirine. Hate dîtin dijmin ketiye nav panîkê.”
KBDH’ê got “Piştî van çalakiyên me yên serkeftî yekîneyên me bi selametî gihiştine qadên xwe yên ewle.”