Mîlîsên HBDH’ê wesayîta rêveberekê AKP’yî rûxand
Mîlîsên Garîbe Gezer ên HBDH’ê ragihand ku wan wesayîta rêveberê AKP’yî Mûstafa Yildiztekîn rûxandine.
Mîlîsên Garîbe Gezer ên HBDH’ê ragihand ku wan wesayîta rêveberê AKP’yî Mûstafa Yildiztekîn rûxandine.
Mîlîsên Garîbe Gezer ên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku hêzên wan di 18’ê Kanûnê saet 01:00’an de li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Darica ya Kocaeliyê wesayîta Mûstafa Yildiztekîn ê AKP’yî kirine armanc û di encamê de wesayît hatiye rûxandin.
Di daxuyania HBDH’ê de her wiha ev agahî hatin dayin:
“Mûstafa Yildiztekîn ku ji sala 2002’an û vir ve di nava AKP’ê de cih girtiye, bi bûyîna namzetiya AKP’ê û qeymeqamtiyê xizmeta faşîzmê kiriye. Ev ûnsûrê ku ji aliyê hêzên me yên milîs hatiye şopandin, bi rûxandina wesayîta wî, hatiye cezakirin.
Ev çalakiya me ji bo midur, rêveber û gardiyanên girtîgehên dewleta faşîst a AKP-MHP’ê ku derman nadin girtiyên nexweş ên li girtîgehan û tecrîd û êşkenceyê asayî dike, hişyariyek e. Mirinên li girtîgehan ne xwekuştin in, cînayetên ku di encama polîtîkayên faşîst de ne. Wê hesabê tu girtiyê şoreşger ji we re nemîne, teqez em ê hesaba wê bipirsin.
Bi vê çalakiyê em radigihînin ku girtiyên şoreşger ne bi tenê ne û em ê yek bi yek destên ku dirêjî wan bibin bişkînin. Di hedefa Milîsên HBDH'ê de midur, rêveber û gardiyanên girtîgehê hene. Di serî de Garîbe Gezer em ê hesabê hemû girtiyên şoreşger ên nemir bipirsin.”