Milîsên HBDH’ê Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî

Milîsên HBDH’ê Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî, ji bo tevlî nav refên HBDH’e bibin bang li ciwanên şoreşger kir.

Milîsên HBDH’ê ji bo bîranîna Mahîr Çayan û hevalên wî çalakiyek li dar xistin.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin “Di 30’ê Adara 2022’an de li navçeya Eyubê ya Stenbolê me pankart daliqand û bi fîşekên mijê, me di salvegera wê ya 50’emîn de Berxwedana Kizildereyê, pêşengê şoreşger Mahîr Çayan û rêhevalên wî silav kir. Em hemû şoreşgerên li hemberî faşîzmê li ber xwe didin jî silav dikin.

50 sal berêli Kizildereyê lûtkeya şerê şoreşger ê saf û paqij hate jiyîn. Îradeya wan îro bûye stêrka HBDH’ê. Kizildere xeta me ya şerê şoreşger a yekgirtî ye. Em bang li hemû ciwanên şoreşger ên ji Tirkiye û Kurdistanê dikin ku tevlî nav refên HBDH’ê bibin.”