Milîsên HBDH'ê li Îzmîrê li dijî nobedaran çalakî li dar xistin

Milîsên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) yên Denîz Poyraz li nêzî Dibistana Bilind a Polîsan ya Îzmîrê li dijî 3 nobedaran çalakiya bi çek li dar xist.

Milîsên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) yên Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê ragihand ku di 9’ê Çileyê de di saet 22.30’an de li nêzî Dibistana Bilind a Ruştu Unsal a Polîsan li dijî 3 nobedaran çalakiya bi çek li darxsitine. HBDH’ê diyar kir ku di çalakiyê de hate xuyakirin ku du nobedar ketine erdê lê der barê rewşa wan de tu agahî nehatine bi dest xistin.

Daxuyaniya HBDH’ê wiha ye:

“Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bi lez têk diçe. Ev desthilata ku di şexsê Erdogan ê faşîst de teşe girtiye, li dijî gelê Kurd, jin, kedkar û bindestan hewl dide şerê herî girîng ê man û nemanê birêve bibe. Ji ber vê yekê jî ji bo ku di wateya herî giştî de jiyanê bike girtîgeh, bêyî ku raweste êrîşî gel dike. Têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşê wê vê desthilatdariya ku grevên karkeran qedexe dike û bi vê re pesnê xwe dide, gelê Kurd qetil dike, jinan qetil dike û ji êrîşên xwe yên li ser Elewiyan ti carî nasekine, hilweşîne.

Ev hikûmeta ku li hemberî zêdebûna hejarî, birçîbûn û bêkariyê ji hilberîna çareseriyê dûr e, ji bilî tiştên ku wê bide desthilatdaran tiştek nema ku bide ti kesî. Wê nikaribin li hemberî lehiya şoreşgerî ya karker, kedkar û bindestan li ber xwe bidin. Yê ku wê vê lehiya şoreşgerî bi rêxistin bike, tevgera me ya yekbûyî ya şoreşger e.

Desthilatdariya faşîst a ku wê li her derê bibe hedefa çalakiyên me yên şoreşgerî, mehkûmî hilweşînê ye. Li ser vî esasî hemû çalakiyên ku me kirine û em ê bikin, hilweşîna faşîzmê leztir dike.”