Milîsên HBDH’ê: Em şer li her derê belav dikin
Milîsên HBDH’ê ragihand ku wan 21’ê Nîsanê li dijî polîsên li navçeya Sûrê ya Amedê dewriye diavêtin, çalakî pêk aniye û dan xuyakirin ku ew bi çalakiyên xwe li rex şervanên azadiyê ango gêrilayan e.
Milîsên HBDH’ê ragihand ku wan 21’ê Nîsanê li dijî polîsên li navçeya Sûrê ya Amedê dewriye diavêtin, çalakî pêk aniye û dan xuyakirin ku ew bi çalakiyên xwe li rex şervanên azadiyê ango gêrilayan e.
Milîsên HBDH’ê yên Şervan Dîcle li polîsên ku li navçeya Sûrê ya Amedê dewriye diavêtin, çalakiyek li dar xistin. HBDH’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ji du polîsên ku ji xwe re kirine armanc yek jê birîndar bûye û rewşa polîsê din nehatiye zelalkirin.
Daxuyaniya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a di derbarê çalakiyê de wiha ye:
‘’21ê Nîsana 2022’an me li dijî du polîsên ku ji Dêra Dayîka Meryemê ber bi Kuçeya Lalebeyê ve dewriye diavêtin, bi du bombeyên destan çalakiyek lidar xist.
Ji du polîsên ku me ji xwe re kirin armanc yek jê birîndar bû, lê rewşa polîsê din nehat zelalkirin. Hêza me ya milîs bi rengekî saxlem vegeriyane stargehên xwe.
Bi çalakiya ku me li dijî êrîşa dagirkirinê ya li ser Başûrê Kurdistanê ya 17’ê Nîsanê hat destpêkirin lidar xistî, em radigihînin ku em bi şervanên azadiyê ango gêrîlayan re ne. Bila desthilatdariya faşîst a li ser mêtinkariya li ser gelên Kurdistanê û gelên kedkar ên Tirkiyeyê ava bûye, baş bizane ku em şer belavê her derê dikin. Agirê her bombeya ku dikeve qadên şer ên şoreşgerî, wê bibe şewat li Stenbol, Amed, Îzmîr, Çûkûrova û kelehên faşîzmê.
Banga me ji çînên karker ên Tirkiyeyê yên ku di nav çerxên mêtingeriya faşîzmê de dipelçiqin, li şoreşger û hêzên çep ên sosyalîst re ye. Banga me ji gel û ciwanên Kurd ên qadên Newrozê tije kirin re ye. Niha dem dema seferberiyê ye. Faşîzma AKP-MHP bi vê êrîşa giştî dixwaze Kurdan îmha bike û kedkaran jî mehkûmê birçîbûne bike û desthilatdariya xwe berfireh bike. Werin em li dijî faşîzmê bi hev re li berxwe bidin. Ji bo azadiya gelan û xelasiya karkeran, em bi gurzê şoreşê ‘’Kilîda Pençeyê’’ perçe perçe bikin.
Di şexsê Şehîd Şervan Dîcle de em şervanên azadiyê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û nemir bûn silav dikin.’’