Milîsên HBDH’ê BÎM şewitandin

Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku wan depoyên BÎM’ê şewitandine û sermayederên mêtinger hişyar kirin.

Milîsên Şervan Can Guder ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 23’ê Adara 2022’an de saet di 20.00’an de me depoya BÎM Marketê ya li Arnavûtkoyê şewitand.  Vê çalakiya me ya sabotajê li dijî depoya Marketa Bîmê ya li ser rêya kevn a Edîrneyê hate kirin.

Milîsên me bi vê çalakiyê agirê Newrozê gurtir kirine û bihara me ya yekgirtî nêz e. Wê bihara me ya yekgirtî ji patronan û ji dewleta ku li zindanan şoreşger û zarokên gelê Kurd qetil dikin, hesap bipirse. Faşîzm, patronên ku keda karkeran dixwin û mêtingerî ji vî zimanî fêm dike. Em bi vê çalakiya xwe Şervan Can Guder ê li zindanê hate qetilkirin, şehîdên Newrozê û şehîdên Hefteya Qehremaniyê ya Neteweyî bi rêzdarî bi bîr tînin.”