Mesût Barzanî li Enqereyê ye
Serokê Giştî yê PDK’ê yê ku di pêvajoyê dawiyê de hevkariya xwe ya bi AKP’ê re xurttir dike li Enqereyê ye.

Mesût Barzanî yê hat Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê bi merasîmek di asta jêr de hat pêşwazîkirin. Di ziyareta Barzanî de ku wê bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re werin cem hev, pêşxistina têkîliyan bi Tirkiyeyê re heye. Tê payîn ku hevpeymanên enerjiyê jî çêkin, pir balê dikşîne ku Barzanî bi taybet di rojên dawiyê de piştgiriya Tirkiyeyê dike.
Barzanî yê ku dixwaze gerîlayên PKK’ê ji axa Kurdistanê vekişe, leşkerên Tirk dawetî axa Kurdistanê dike, li hember rexneyên hikûmeta navendî ya Iraqê, Rûsya û Îranê li cem Tirkiyeyê cih girtibû. Barzanî herî dawî li hember îdîayên Rûsyayê yên ku petrolên DAIŞ’ê tên Tirkiyeyê, gotibû ew TIR aîdî wî ye.