Meşa dirêj a li Yewnanîstanê qediya

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, meş dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, piştî 3 rojan bi mîtîngekê qediya.

Meşvanên ji bajarokê Lavrîon ê herêma Attîkî dest bi meşê kirin, duh êvarê xwe gihandin meydana Sîntagma ya li ber Parlamenta Yewnanîstanê. Piştre berê xwe dan avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk û li vê derê mîtîngek pêk anîn.

Çalakgeran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Lef Lef Lefterao Ocalan" û "Bijî Berxwedana HPG'ê" qîriyan.

Bedevkê Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê Bahattîn Kobanê li vir axivî û got, "Em careke din dibêjin; heta Rêberê me azad bibe wê têkoşîna me bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê dewam bike."

Çalakgeran li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Yewnanîstanê çalakiya rûniştinê pêk anîn û desteka Yekîtiya Ewropayê ya ji bo dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran destnîşan kirin, ku dîktatorekî mîna Erdogan wê bibe bela li ser hemû cîhanê.

...