Meclisa surgunan civiya

Meclisa surgunan civiya

Meclisa Surgunan a Ewropayê yekemîn Lijneya Giştî ya Asayî pêk anî. Di lijneyê de rêveberiya nû hat hilbijartin û biryar hat dayîn ku meclis bi statuya komeleyê xebatên xwe bimeşîne.

Rewşenbîrên li Ewropayê jiyana surgunê dijîn û di bin navê Meclisa Surgunên Ewropayê de xwe rêxistin dikin, yekemîn lijneya xwe ya giştî ya Asayî pêk anîn. Lijne li Kolnê pêk hat. Selma Metin di axaftina vekirinê de axivî û ji bo kesên di surgunê û têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dqeyek rêz girtin.  Dîwana ji sê kesan pêk dihat û serokatiya wê Mahmut Ozkan dikir, hat hilbijartin û derbasî nîqaşan bûn.

Di lijneya giştî de hejmara endamên meclisê gihişt 60’î. Biryar hat dayîn ku ji bo ku Meclisa Surgunên Ewropayê demildest derbasî statuya komeleyê bibe bila xebat bi lez û bez bimeşin. Nîqaşên hatin kirin û piştî biryarên hatin girtin rêveberiya nû hat diyar kirin.

Ji bo lijneya Rêveberiya Meclisa Surgunên Ewropayê Hasan Aksu, Metîn Ayçîçek, Fevzî Karadenîz, Selma Metin, Leman Stehn, Enver Toksoy, Esma Guneş Uzun hat hilbijartin.

Her wiha hevseroka YEK-KOM’ê Hamîde Akbayir, nûnera TUDAY’ê Işilay Karagoz, sekretera ATIF’ê Ufuk Berdan tevli bû.