Artêşa Sûriyeya Azad îro ser sibê xwest bikeve taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd in. Lê li rastî mudaxeleya YPG’ê hatin. Meclîsa Gel a Helebê bang li Kurdan kir ku dest ji malên xwe bernedin.
Meclîsa Gel a Bajarê Helebê îro daxuyaniyek derbarê bûyerên dawî ku li Helebê qewimîn da. Meclîsê di daxuiyaniyê de bangî hemû niştecihên taxên kurdan kir ku xwe li derdora Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi ch bikin, ji ber ku YPG ewlekariya taxên kurdan dane ser milên xwe.
Di daxuyaniyê Meclisa Gel a Bajarê Helebê de ji gelê kurd xwestin ku planên ku dixwazin herêmên kurdan veguhezînim herêmên şer vala derxin û dest taxên xwe bernedin.
Li gorî texmînên dawî hejmara Kurdên li Rojavay Kurdistanê û Sûriyeyê herî kêm 3.5 milyon e û ji vana 600 hezar li paytext Şam û 600 hezar jî li Helebê dijî. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kurdên li Rojava û bajarên Sûriyeyê diparêze.